Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn

 Şêniyên navçeya Amûdê di merasîma taziyeyê ya şehîd Ciwan Mihemed de peyama berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker da.

Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
Ji bo şehîd Ciwan Mihemed konê taziyeyê hat danîn
26 mijdar, 2023   16:05
QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Ciwan Mihemed 23`ê Mijdarê li ser rêya navçeya Amûdê di êrişa li dijî erebeya wî de birîndar bibû, piştre şehîd bû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo şehîd Ciwan Silêman Mihemed merasîma sersaxiyê li dar xist.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Ciwan a li navçeyê hat vedan û bi sedan şêniyên Amûdê, 4 bajarokên wê û gundên girêdayî wê berê xwe da bin kon û sersaxî da malbata şehîd.

Di kona sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîd Ciwan, ala Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, sersaxî ji malbata şehîd Ciwan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Zîwer Elî wiha behsa taybetiyên şehîd Ciwan kir: “Şehîd Ciwan di nav xelkê Amûdê de bi taybetmendiyên xwe yên baş û dilê xwe yê dilovan dihat naskirin, dihat hezkirin cihê xwe dilê hemû kesê ku wî nas dikirin de girt."

Elî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku armanca êrişan têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye û diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşiya xwe bidomînîn.

Endamê meclisa Kongra Star Medya Sado jî destnîşan kir ku şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna xwe navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin.

Merasîma sersaxiyê bi xwendina wesîqeya şehîd Ciwan Mihemed û radestkirina wê ji malbata wî re bi dawî bû.

ANHA