Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir

Di Festîvala Netewa Demokratîk de gelek peyam habûn. Hebûna konê erebî, li rex yê ermenî û kurdî biratiya di nava civatan de û jiyana wan ji berê de û girêdana wan bi hev ve nîşan da.

Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
Hevsengî û têkilbûna çandan bedewiyek li Festîvala Netewa Demokratîk zêde kir
13 mijdar, 2023   06:42
HESEKÊ
ARAM EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Di Festîvala Çanda Netewa Demokratîk de ku li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê li dar ketiye, reng, çand û mîrasa her pêkhateyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkil hev bûn. Konên pêkhateyan ên li rex hev hatine vegirtin, çand, mîrasa wan a kevnar ku wan bi hev ve girê dide, nîşan dan.

Li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê Festîvala Netewa Demokratîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10-11`ê Mijdarê bi dirûşma “Bi giyanê çanda netewa demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin” li dar ket.

Di festîvalê de, reng û taybetmendiya pêkhateyên herêmê di bin navê biratiya gelan û sîwanê neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de xuya bû.

HEVALEK JI HER PÊKHATEYEKÊ RE

Di festîvalê de her pêkhateyek, rave kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêbereke navneteweyî ye û hezkirina xwe ji wî re bi rêya wêneyên ku wî bi kesayetên hemû pêkhateyan re anîne cem hev, anîn ziman.

Pêkhateya Ermen, wêneya Rêber Abdullah Ocalan û hunermendê ermenî Aram Tîgran li konê pêşanda.

Suryan jî, wêneyê Rêber Abdullah Ocalan bi metranê suryanê ortokoks ê Helebê  yê sala 2013`an ji Helebê hatî revandin Yuhenna Îbrahîm re pêşanda.

Pêkhateya Ereb jî wêneya Rêber Abdullah Ocalan bi cil û bergên erebî û pêkhateya kurdî bi cil û bergên kurdî pêşanda.

Pêkhateyên herêmê, destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan, di banê Netewa Demokratîk de xwe kirin yek û bû xala guhertinê ji bo jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de.

DI HER KONEKÎ DE ÇANDA PÊKHATEYEKÊ

Di festîvalê de, 4 kon hatin vedan. Her konek ê pêkhateyekê bû. Konek ji bo çanda kurdî, yek ji bo çanda erebî, yek din ji bo çanda ermenî û yek ji bo çanda suryan.

Di konê kurdî de, amûrên hêrana genim ên kevnar, berhemên destkarî û xemilandinê, cotkarî, amûrên baqirî hebûn. Yek ji beşdarên festîvalê Ezîze Yunis got: “Çanda me ya kevnar gelek xweşik e. Di vê konê de, amûrên hatine pêşandan, mîrasa me tîne bîra me. Em dixwazin vê nîşanî cîhanî bidin.”

Li rex konê kurdî yê asûr-suryan hatibû vedan. Di wê de cil û bergên asûrî û suryanî, mitbaxa wan a taybet, amûrên kevnar ên hunerî û çandiniyê, wêneyên komkujiyên li dijî wan di dîrokê de çêbûne, hatin pêşandan.

Li gor endamê Komeleya Çandê ya Suryan Armîn Mardo, asûr û suryan ji berhemên di konê de pêşandane, armanc kirin şaristaniya asûr û suryan nîşan bidin.

Mardo got: “Festîval gelek girîng e. Me xwest bi rêya wê, bedewiya gelên herêmê û yekitiya wan di muzeyîka biratiya gelan de xuya bikin.”

Di bin konê ermenî de jî, wêneyên komkujiyên li dijî wan, amûrên kevnar ên wan, berhemên destkarî û xemilandinê, her wiha malê kevnar ê ermenî ku bi destê xwe çêdikin, hatin pêşandan.

Der barê berhemên hatine pêşandan de, hevserokê Meclisa Civakî ya Ermen Îmad Teteriyan got: “Me di konê de, xwarin û vexwarinên ermenî, amûrên baqirî yên ermenî, dsetkarî, dergûşa kevnar a ermenî ku dîroka wê vedigere 100 sal berê, pêşan da.”

Teteriyan wiha domand: “Her pêkhateyek çanda wê heye. Me xwest em vê peyamê bidin ku gelên herêmê hevgirtî û yek in. Eger pêkhateyek tune be, muzayîka netewa demokratîk û biratiya gelan temam nabe.”

Konê erebî jî li gorî pergala qabîleyê hate vedan. Li rex wê, bîrek av, li dûrê hespên resen û hêştir hene. Kon bi çire û xalîçe hat xemilandin.

Ehmed El Ewad ê beşdarî festîvalê bûye, got: “Dema em behsa mîrasê dikin, em behsa vê konê dikin û girêdana wê bi hesp, hêştir, çivîkên azad, qehweyê dikin. Tiştê herî zêde nûnertiya gelê Ereb ê eşîrî dike, ev kon e ku cihê pêwendiya di navbera eşîran de tê dîtin.”

Girêdayî beşdariya wan di festîvalê de El Ewad wiha anî ziman: “Hebûna konên pêkhateyan li rex hev, nîşana biratiya di navbera civatan, jiyana wan a ji berê ve û girêdana wan bi hev ve ye. Cizîra Sûriyeyê xwedî dîrokeke demdirêj ê hevjiyana di navbera pêkhateyan de ye. Em vê dîrokê bi hebûna xwe di festîvalê de nîşan didin.”

ŞANOYÊN LI SER ÇANDA PÊKHATEYAN

Di festîvalê de koma Şehîd Darsîn a Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyeke li ser yekitiya pêkhateyên herêmê pêşan da. Di şanoyê de 7 endam hebûn, her endamek behsa bi cil û bergên xwe behsa pêkhateyekê dikir.

Her wiha di şanoyê de îşaret bi jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de, tevî zimanên wan ên cudda hezkirina mezin a di navbera wan de, hate kirin.

Nivîskar û derhênera şanoyê Fatme Ehmed got Koma Şehîd Darsîn, jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de, rave kir û got: “Me xwest bi rêya şanoyê, dilên reş ên ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin, aşkera bikin.”

(şx)

ANHA