Sedema zêdebûna bangewaziyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan

Rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya jiyana hevbeş û demokrasiya rasteqîn a bi rêya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre projeya netewaa demokratîk a Rêber Abdulla Ocalan, hişt bangên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan zêde bibin.

Sedema zêdebûna bangewaziyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan
13 mijdar, 2023   05:37
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur didomin û rojane berfirehtir dibin. Hemwextî wê di çarçoveya pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de ku 10'ê Cotmeha borî dest pê kiriye, bangên ji bo azadiya wî zêde dibin.

Ji 74 navendan li seranserî cîhanê di wextekê de dest pê kir.Di meha yekemîn de pêngav li 31 welatn û 105 navendan li 6 parzemînan belav bû. Dûre bi hezaran kesayetên navdar tev li bû.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku sedema zêdebûna çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li herêmê û li seranserî cîhanê dirustbûna fikrê Rêber Abdullah Ocalan û projeya Rêveberiya Xweser e.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Minbicê Mehmûd Cimo got: "Em şopdarên fikrê Rêber Abdullah Ocalan, fikrê neteweya demokratîk ê ku bandor li Rojhilata Navîn kiriye ne. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştgirî da fikrê Rêbertî û Rêveberiya Xweser ava kirin. Ev fikr piştgiriyek da siyasetmedaran ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û tev li pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn."

Cimo wiha zêde kir: “Pêngavê li seranserî cîhanê deng veda û piraniya gelên cîhanê piştgirî da fikrê Rêbertî. Fikrê ku xwe dispêre misogeriya mafan û azadiya gelan li dijî kapîtalîzm û zordestiyê.”

Cimo diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya azadiya gelan e.

Her wiha, hevseroka Partiya Pêşketin û Demokrasiyê ya Minbicê Bîsan Fedîl wiha axivî: "Me piştgirî da pêngavê ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan yek ji sembolên demokrasiyê ye û xwedî fikrê biratiya gelan e û ji ber ku ew li dijî kapîtalîzm û zilmê tê dikoşe da ku gel azad bibin, ev yek di biratiya gelan a pêkhateyên Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê de diyar bû."

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fehid El Şilaş destnîşan kir ku sedema zêdebûna bangên azadiya Rêber Abdullah Ocalan, destkeftiyên ku bi saya fikrê wî hatine bidestxistin nexasim Rêveberiya Xweser a li gor fikrê neteweya demokratîk e û got: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser hişt gel banga azadiya Rêbertî bikin. Ji ber ku ew bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in û ew rêya azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî cîhanê ye."

El Şilaş wiha domand: "Me piştgirî da pêngavê û em ê her li ser şopa fikrê Rêbertî bin ji ber ku ew sedema serkeftina Rêveberiya Xweser e û ji ber ku ew xwedî projeya neteweya demokratîk û xelaskerê gelan e."

 Pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li parzemînên Ewropa, Amerîkaya Başûr, Amerîkaya Bakur, Asya, Afrîka û Okyanosya didome. Bi dehan sazî tev lê bûn û li 31 dewletan fireh bû wek; Nîjerya, Bengladeş, Japonya, Filîpîn, Myanmar, Kenya, Afrîkaya Başûr, Swazîland, Almanya, Brîtanya, Skoçya, Wales, Îrlanda, Fransa, Belçîk, Swîsra, Îtalya, Siwêd, Danîmarka, Norwêc, Awsturalya, Awsturya, Arjantîn, Spanya/Bask/Katalonya, Slovenya, Qibirs, Yewnanistan, Kolombiya, Ekwador, Tîmora Rojhilat û bi hezaran sazî û kesayetên ji çar parçeyên Kurdistanê.

(mh/şx)

ANHA