Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 2 DAIŞ′î girtin

Di çarçoveya şopandin û serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê de û ji bo parastina ewlehiya civakê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakurê gundewarên Dêrazorê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 2 DAIŞ′î girtin
12 mijdar, 2023   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kirin ku hêzên wan 2 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê li bakurê Dêrazorê girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Piştî şopandin û serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê ji hêla hêzên me yên ewlekariyê ve, ku ew şane hêzên ewlehî, karkerên sivîl dikin hedef û tirsê dixin nava welatiyan, Hêzên HAT′ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî di 12′yê Mijdarê de anku berbanga îro li bakurê Dêrazorê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê girtin.

Hêzên me di erkên xwe yên parastina ewlehiya civakê de dewam dikin, her wiha hêzên me bang li gel dike ku her tevger an jî kiryareke bi guman hate dîtin agahiyê bidin nuqteya ewlekariyê ya herî nêz."

(fr)