Ji bo vekirina deriyê Xabûr li pêş malbatên Cîhan û Nazim haştag

Ji bo zext li desthilatên Tirkiyeyê bê kirin ku deriyê sînor ê Xabûrê li pêş şandeya ku ji siyasetmedar û malbatên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn pêk tê, çalakgerên li Kurdistan û Tirkiyeyê hemleyeke haştagê da destpêkirin.

Ji bo vekirina deriyê Xabûr li pêş malbatên Cîhan û Nazim haştag
7 ÇILE, 2025   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên Tirkiyeyê ji duh ve bi hinceta "pergala deriyê xerab bûye" li deriyê Xabûr astengiyê li şandeya ku cenazeyê nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan wergire, dike.

Şande ji nûnerên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), malbatên her du şehîdan û nûnerên saziyên parastina mafên rojnamevanan, pêk tê.

Ji bo wê, çalakvanên medyaya civakî û ragihandinê haştaga #HaburSinirKapisiniAc ji bo zextkirina li dewleta Tirk a dagirker ku derî li ber şandeyê veke, da destpêkirin.

(mh)

ANHA