Hevdîtinek û têkoşîneke demdirêj

Asya Xelîl Hebeş tenê 4 saetan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û wê hevdîtinê guherînek di jiyana wê de çêkir û jê re bû çavkaniya têkoşîneke demdirêj.

Hevdîtinek û têkoşîneke demdirêj
20 sibat, 2024   02:36
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Asya Xelîl Hebeş (55) ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê dagirkirî ye û li taxa Eşrefiyê ya Helebê dimîne. Asya Hebeş di Mijdara 1996’an de beşdarî civînekê bûbû ku Rêber Abdullah Ocalan li Kolana Nîl a Helebê li dar xistibû.

28 sal di ser hevdîtinê re derbas bûne, lê Asya diyar dike ku wêneya Rêber Abdullah Ocalan hîna di bîra wê de ye. Asya Hebeş Rêber Abdullah Ocalan bi "mutewazî, fedaîyê gelê xwe û doza wî" wesifand.

Asya Hebeş diyar kir ku civîna ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re li dar xistibû 4 saetean dewam kir û got: "Bi Rêber Abdullah Ocalan re me westandin hîs nekir. Rêberekî dilnizm bû û naşibe rêberên din."

‘RÊBER ABDULLAH OCALAN: DIVÊ EM KESAYETA ŞEHÎD ZÎLAN JI XWE RE BIKIN MÎNAK’

Asya Hebeş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di wê civînê de behsa girîngiya rolan jinan kir û ev axaftina wî bi bîr anî: "Jin nûnertiya civakê dike, jina azad tê wateya civaka azad, baweriya min bi hêza jinê heye. Divê hûn kesayeta şoreşger a şehîd Zîlan ji xwe re biki mînak ku di 30’yê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû. Şehîd Zîlan bi îrade û fikara xwe ya azadî rêya azadiyê nîşan da."

Asya Xelîl Hebeş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di civînê de qala rola ciwanan jî kiribû û xwest ciwan di aliyê rêxistinî û perwerdeyê de werin xurtkirin. Li gorî Asyayê Rêber Abdullah Ocalan di civînê de li ser ciwanan gotibû “Barekî giran dikeve ser ciwanan. Divê ciwan nekevin xefikên pergalên serdest û ji kirinên li dijî wan têne kirin xafil nebin, yên herî zêde ji aliyê pergalên serdest ve têne hedefkirin ciwan in.”

Asyayê bi bîr xist ku Rêber Abdullh Ocalan behsa girîngiya pêşketina xweser, rexne û xwerexneyê jî kir û ev gotinên wî bi bîr xistin: “Hincetan ji xwe re dernexin, lê ji bo pêşketina xwe xwe rexne bikin. Eger hûn bi çavekî kamil li xwe binerin hûn nikarin armancên xwe pêk bînin. Xwe perwerde bikin, zane bikin, analîz bikin û xwe di mijaran de kûr bikin.”

Asya Xelîl Hebeş her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan wesiyet li gelê Kurd kir ku tiştên li ser wan têne ferzkirin qebûl nekin û got: "Ji me re ev tişt gotibû, em Kurd xwedî dîrok û erdekî kevnkar in, mijaran bi hesanî û henekî negirtin, li paş her bûyerekî dersek heye. Divê em jiyaneke xwezayî bijîn, ji ber ku dagirker xwe li ser me ferz dike, divê em nehêlin dagirker planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin."

‘MÎNAKA DILSOZIYÊ YE’

Asya Xelîl Hebeş xebatên eniyê dikirin û civîn ji şêniyan re li dar dixistin. Asyayê got: "Hevdîtina li gel Rêbertî 4 saetan dewam kir, di hundirê me de sebir, têkoşîn û îrade çand. Gotinên ku hêzê didin ji me re gotin ku bi saya wan em heta niha li ser lingan in. Rêbertî mînaka dilsoziyê ye."

Asya Xelîl Hebeş ji ber nexweşiyê nikare mîna berê kar bike, lê dibêje deriyê mala wê ji bo tevgera azadiyê vekirî ye.

(bb)

ANHA