Hesabên Wezaretên Darayî û Şirketa Petrolê nakok in

Di navbera Wezareta Darayî de û Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê de têkildarî dahatên neft û gazê de nakokî nehe. Ev yek jî pirsên cidî li ser kî fonên giştî birêve dibe û mekanîzmayên çavdêriya dahatên petrolê li Sûriyeyê çi ne, derdixin holê.

Hesabên Wezaretên Darayî û Şirketa Petrolê nakok in
4 gulan, 2026   07:40
ŞAM

Wezareta Darayî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê diyar kir ku dahatên sala 2026`an bi tevahî 958.8 mîlyar lîreyên Sûriyeyê anku 8.716 mîlyar dolar e. Li gorî wezaretê dibe ku ji sedî 27 ji van dahatan ji petrol û gazê werin. Lê  rêveberê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) daxuyaniyên çapemeniyên da û îdia kir ku sedî 80 ji xezîneyê bi rêya dahatên petrolê tê fînansekirin.

Ev nakokiya eşkere di navbera daneyên Wezareta Darayî û daxuyaniyên Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê de, pirsan derdixe holê ka gelo li Sûriyeyê saziyeke darayî ya cuda heye ku li derveyî Wezareta Darayî û Banka Navendî dixebite, kî çavdêriya van fonan dike û kî çavdêriya belavkirina wan dike.

Aborînasan diyar kir ku ev daxuyaniyên nakok ji bo xezîneya giştî, rêveberiya wê, çavdêrî, hejmarên dahatê ye û ya herî girîng kî çavdêriya çawaniya xerckirina fonan dike  xetereyên girîng çêdikin.

Aborînasan her wiha destnîşan kirin ku Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê diyar kiriye ku desteyeke rêveber fonên giştî birêve dibe, lê şirket bi xwe ji hêla Parlamentoya Sûriyeyê ve nehatiye damezrandin û pejirandin, ev yek jî  ji hêla qanûnî ve ne rewa ye. Li gorî qanûna Sûriyeyê, bêyî çarçoveyek qanûnî, ti şîrket nikare fonên derve birêve bibe.

 Aborînasan destnîşan kirin ku şîrketê daxuyanî daye û îdia kiriye ku fonên wê ji hêla serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri ve tê şopandin, ev yek jî pirsan li ser rola Wezareta Darayî di rêvebirina van dahatan de derdixe holê.

Ev yek bi taybetî pir girîng e, ji ber bi hezaran tankerên petrola Iraqê ji bo hinardekirinê di nav axa Sûriyeyê re derbas dibin, anku dahanên transîtê, dakêşandin, pompkirin û barkirinê hene. Pirs niha ev e, ev dahat diçin ku derê, û kanî zelaiya di rêvebirina sektora petrolê de?

Aborînas hişyarî dan li ser hewldanên dûrxistina hesabên petrolê ji çavdêriya yasayê û ketina wan hesaban bo sindoqên taybet ê qesra serokatiyê, wekî çawa rejîma berê dikir.

(k)

ANHA