' Aştiya navxweyî mifteya aramiyê ye'

Kesayetên ji bajarê Hesekê aştiya navxweyî wekî kevirê bingehîn ê ku Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibe bi nav kir û got, diyalog û lihevkirina di navbera hemû pêkhateyên civakî de jî rêya yekane ya çareserkirina aloziyan û avakirina welatekî dadperwer e ku mafên hemû welatiyên xwe biparêze.

' Aştiya navxweyî mifteya aramiyê ye'
' Aştiya navxweyî mifteya aramiyê ye'
' Aştiya navxweyî mifteya aramiyê ye'
' Aştiya navxweyî mifteya aramiyê ye'
4 gulan, 2026   05:10
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Kesayetên ji bajarê Hesekê der barê girîngiya aştiya navxweyî di avakirina Sûriyeyê de axivîn.

Ji eşîra Milî Axa, Ebduwehab Xidir El Axa anî ziman ku ligel pêşketina nakokiyan di navbera pêkhateyên civakê de, aştiya navxweyî bûye pêdiviyek dîrokî û got: "Çareserî di diyaloga aştiyane û destwerdana çîna civakî de ye. Ji bo aştî pêk were û mafên her kesî were mîsogerkirin, divê xebateke cidî bê kirin."

El Axa bal kişand ser zêdebûna gotinên nefretê jî û ev li axaftina xwe zêde kir "Medya dijîtal bûye amûreke sereke ya gûrkirina zimanê nefretê parçekirina civakê. Îro em zimanekî seqet dibînin ku demokrasiyê guneh dibîne û dûrxistinê pêş dixin. Lê pêdiviya me bi lihevhatin û diyalogan heye."

Nivîskar Mişal Osman jî da zanîn ku hevgirtina civakê bi şer na, lê bi diyalogan û guhdarkirina nêrînan dibe. Osman xwestku rûpelên kevin werin girtin û ji bo avakirina welatekî li ser bingeha jiyana hevbeş jî kar bê kirin.

Mişal Osman di dewama axaftina xwe de got: "Em di qonaxeke dîrokî de ne, ji me tê xwestin ku em sûdê ji ezmûnên berê werbigirin. Gelê herêmê bi hezkirin bi hev re dijiya. Divê em hevgirtî bin, ji ber ku pêdiviya qonaxa heyî bi dengê aqilê heye, nemaze ku piştî berdêlên mezin ên hatine danîn em gihaştine vê rewşê."

Mamosteyê dîrokê li Zanîngeha Rojava Murşid El Yûsif da zanîn ku Sûriye bi netewe, çand û mezhebên xwe civakeke rengîn e, lew re divê sîstemeke nenavendî were pejirandin ku aştiya navxweyî biparêze û wekheviya di mafan de pêk bîne.

Mamoste Murşid El Yûsif destnîşan kir ku ferzkirina yek netewe, an yek ol wekî lêvegerekê di welatekî pirreng de dê gefeke rasteqîn li ser yekitiya civakê û ewlehiya wê çêbike.

El Yûsif di nava axaftina xwe de parêzgeha Hesekê bi "Sûriyeya biçûk" bi nav kir ku got, di qonaxa heyî de divê zimanê aştiyê were pêş û ji bo başkirina rewşa debarê jî xebat bê kirin. Her wiha anî ziman ku zimanê kîndariyê rêya aramî û geşkirinê asteng dike.

(ac/bb)