Endamê KNK'ê Silêman Îlyas: Îradeya siyasî bingeha yekitiyê ye

Endamê KNK'ê Dr. Silêman Îlyas Konferansa 26'ê Nîsana 2026'an xaleke girîng di dîroka gelê Kurd de bi nav kir û anî ziman ku ji ber zextên herêmî û berjewendiyên partiyekî biryarên konferansê li ser erdê nehatin pêkanîn. Silêman Îlyas diyar kir ku yekitiya kurdî mîsogeriya mafan û xurtkirina çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye.

Endamê KNK'ê Silêman Îlyas: Îradeya siyasî bingeha yekitiyê ye
4 gulan, 2026   06:25
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera yekemîn a Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (26 Nîsan 2025) endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Silêman Îlyas ji ajansa me re axivî.

Dr. Silêman Îlyas konferansa 26'ê Nîsana 2025'an wekî xaleke dîrokî di dîroka gelê Kurd de bi nav kir û got careke yekemîn bû hemû hêz û partiyên kurdî yên Rojava bi armanca ku nêrîn û helwesta xwe bikin yek li hev civiyan.

Silêman Îlyas destnîşan kir ku konferans hêviyeke mezin da gelê Kurd ku hêviyên wî yên gihaştina helwesteke yekbûyî ku mafên Kurdan biparêze û pirsgirêkên asêmayî çareser bike, îfade dike. Her wiha got, ev gav bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin û wekî destkeftiyeke dîrokî hat binavkirin.

Silêman Îlyas di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên li pêşberî konferansê derketin û da zanîn ku pirsgirêkên herî sereke zext û destwerdanên herêmî û berjewendiyên partiyetî bûn ku rê nedin biryarên konferansê li ser erdê bi cih werin. Îlyas got tevî ku salek di ser konferansê re derbas bûn, lê encamên şênber li ser erdê pêk nehatine.

Îlyas destnîşan kir ku partiyên siyasî berpirsên sereke yên bicihneanîne biryarên konferansê ne û anî ziman ji bo yekitiya kurdî pêk were divê hêzên bi bandor, bi taybetî tevgerên sereke yên ku dikarin yekitiyê çêbin (PYNK û ENKS) xwedî îradeyeke rasteqîn bin.

Silêman Îlyas bi van gotinan bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya Kurdan “Yekitî dê cihê Kurdan di rêgeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê bi hêz bike û mafên Kurdan di destûrê de mîsoger bike. Tunebûna helwesteke yekbûyî jî bandora siyasî ya Kurdan alwaz dike, lê yekitî nûnertiya Kurdan di qadên navneteweyî bi hêz dike.”

Silêman Îlyas anî ziman ku ji bo yekitiya neteweyî pêk were divê partiyên siyasî berjewendiyên xwe yên partiyetî bidin aliyekî û ji bo avakirina lêgereke kurdî bixebitin ku îradeya gelê Kurd îfade bike û biryarên yekbûyî bide

Endamên YNK'ê Silêman Îlyas di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên kurdî kir ku hevdîtin û diyalogan bidomînin, siyasetmedar û rewşenbîran jî beşdar bikin “da ku bawerî çêbe û yekitiyeke rasteqîn ava bike ku hêviyên gelê Kurd bi cih bîne.”

(bb)

ANHA