Hemdan El Ebid: Tiştê ku sûriyeyiyan hêvî dikir nehatiye bidestxistin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku tiştê ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem a hilweşîna rejîma Baasê de pêk nehat. Krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê berdewam dikin û destwerdanên herêmî, bi taybetî ya Tirkiyeyê, zêdetir bûye.

Hemdan El Ebid: Tiştê ku sûriyeyiyan hêvî dikir nehatiye bidestxistin
9 kanûn, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Duh (8`ê Kanûnê) salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baasê bû. Der barê mijarê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid diyar kir ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir ku ev guhertin bibe destpêka serdemeke nû, lê rewş ne li gorî hêviyên gel e.

El Ebdid da zanîn ku gelê Sûriyeyê di salên borî de êşa destwerdanên biyanî kişandiye, her wiha derketina çeteyên DAIŞ'ê û gelek komên çekdar. El Ebid destnîşan kir ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê Sûriyeyeke nû ava bikin û got: "Sûriyeyeke azad û demokratîk ku rêzê li azadiya raman û derbirînê bigire, hemû pêkhate bê cudahî tê de bijîn û pergalek nenavendî qebûl bike.”

Hemdan El Ebid diyar kir tiştê ku welatiyên Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem de nehat bidestxistin, ji ber ku krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê berdewam kir û destwerdanên herêmî, bi taybet destwerdana dewleta Tirk, li şûna xurtkirina yekitiya neteweyî, bûn sedema parçekirinê.

El Ebid destnîşan kir ku tiştê li herêmên peravê û Siwêdayê çêbûn, û kuştin, revandin û têkçûna ewlehiyê ya berdewam li hundir, eşkere kir ku soz nehatine bicîhanîn, û nakokiyên mezhebî û gotara nefretê hîn jî heye û zêde bûye.

Der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Hemdan El Ebid da zanîn ku projeya wan û hevgirtina wan bûye mertala ku herêm û gelê wê ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê parstiye û ev lê zêde kir: "Dema ku me li dijî terorîzmê şer dikir, hin alî bi nakokiyên xwe yên navxweyî mijûl bûn."

El Ebid destnîşn kir ku daxwazên pêvajoyê zelal in û got: "Em diyalogek neteweyî ya berfireh dixwazin, ku aiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên civakî, jin û ciwan tê de beşdar bibin, bi armanca avakirina bingehên dewletek demokratîk, piralî û nenavendî."

El Ebid wiha berdewam kir: "Em her weha destûrek dixwazin ku nûnertiya hemû Sûriyeyê bike, rêzê li nasnameya neteweyî bigire, mafên hemû komên etnîkî, olî û siyasî misoger bike, û rolek rastîn bide jin û ciwanan di avakirina siberoja Sûriyeyê de."

Hemdan El Ebid hêviya xwe anî ziman ku sala 2026 bibe sala hevgirtin û yekitiya neteweyî û piştî salên êş û azaran rewşa Sûriyeyê baş bibe.

(k)

ANHA