Li herêmên hikumeta veguhêz pirsgirêk derengmayîna dayîna mûçeyan

Karmend û mamosteyên beşa perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zehmetiyên derengketinên dubare yên serfkirina mûçeyan û nepêkanîna sozên hikumetê yên zêdebûnê dikişînin.

Li herêmên hikumeta veguhêz pirsgirêk derengmayîna dayîna mûçeyan
9 kanûn, 2025   05:05
ŞAM

Ji ber derengiya dubare ya dayîna mûçeyan û nepêkanîna sozên zêdekirinê, karkerên beşa perwerdê yên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nerazînbûnên xwe nîşan didin. Li kêlek wê jî, dema mamoste mûçeyên xwe werdigirin di tabûrên dirêj de disekinin. Bi kêmbûna mûçeyan, bilindbûna zextên jiyanê û ferqa di mûçeyan de li herêman êşên karmendan zêde dibin. 

9 roj di vê mehê de derbas bûn, ku hîna mûçeyên karker û karmendan nehatine dayîn. Li gorî şopandina nûçegihanê me yê li Şamê, meha derbasbûyî jî di roja 12ˊyan de mûçe hatin dayîn. Dayîna mûçeyan ji bernameya "Sham Chash" veguherî saziya postê (berîd). Bi wê re kardoryên perwerdê neçar dibin ku di tabûrên dirêj de bisekinin, heta mûçeyên xwe wergirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, "kêmasiyeke neragihandî" di mekanîzmaya bikaranîna alîkariyên darayî yên ku ji Erebistana Siûdî û Qeterê ji Wezareta Perwerdehiyê re têne dayîn de "kêmasiyek neragihandî" heye. Li kêlek wê jî baweriya bi mekanîzmaya veguhestina mûçeyan bi rêya "Sham Cash" kêm bûye. Wê jî hişt ku li şûna pere di bankên hikûmetê yên asayî de wekî "Banka Bazirganî ya Sûriyeyê" û "Banka Eqarî" werin razandin, li saziya posteyê were vegerandin û were belavkirin.

Mamosteyan hêrsa xwe li hember derengdayîna dubare nîşan da û diyar kir ku ev yek zextê li ser rewşa wan a jiyanê ya zehmet zêdetir dike. Hin mamosteyan jî da zanîn ku çavdêriya zêde ya li ser mamosteyan di dibistanan û li ser medyayên dîjîtal de jî bi tu pabendbûnên wezaretê ji bo mafên wan ên bingehîn re nayê raberkirin. Mamosteyan pirsî ku gelo Wezareta Perwerdê dikare ji xwediyên xaniyan bixwaze ku xwestina kiriyên xaniyan dereng bixe, ji ber ku mamoste jî di wextê de mûçeyên xwe wernagirin.

Mamosteyan ji nûçegihanê re êşên xwe yên rojane vegotin û bi bîr xistin ku zêdebûna daxwazên datayan û pevguherîna mekanîzmayên serfkirinê "tevliheviya îdarî ya aşkera" nîşan dide.

Yek ji mamosteyên jin daxwaz kir ku kesên kêmasiyan dikin hesab bikin û got, "Hemû sozên ku berpirsiyaran dane veguherîn tedbîrên dijber, tu encamek baş neanî."

Girêdayî mijarê, mamosteyan da zanîn ku di navbera herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û saziyên perwerdê yên li bakurê welat ferqekî mezin a mûçeyan heye. Hat destnîşankirin ku mûçeyên mamosteyên peyman bi perwerdeya Idlibê re kirine bi dolaran tên dayîn û deh qatan ji mamosteyên li hundir zêdetir dibin, li kêlek wê jî cudahî di asta bawernameyan de jî heye.

Hejmarek ji karkerên wezaretê daxwaz kir ku mûçe di wextê de werin serfkirin û da zanîn ku sozên dubare yên li ser zêdebûnên di pêşerojê de ferqa "zextên debarê yên heyî" dernaxe.

Çavdêran jî destnîşan kir ku tedbîrên heyî valahiya aşkera ya di navbera talîmatên fermî yên aşkera û pêkanînên wezaretê de nîşan dide, û ev derengîketin û bendemayîna mamosteyan di tabûran de bi sozên veguherîna dîjîtal re nabin yek bi taybetî li gel piranî mamosteyên hesabên bankê yên aktîv û kodên bernameya Sham Chash hene.

(fr)

ANHA