Hemas: Mihemed El Deyf sax e

Hemasê ragihand ku fermandarê Tûgeyên Qesam ên girêdayî tevgerê Mihemed El Deyf sax e.

Hemas: Mihemed El Deyf sax e
15 tebax 2024   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên tevgera Hemasê Ûsama Hemdan ragihand ku fermandarê Tûgeyên Qesam ku baskê leşkerî yê tevgerê ye Mihemed El Deyf sax e.

Hemdan got: “El Deyf li serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu guhdarî dike û qerfên xwe bi gotinên wî yên derew dike.”

Hemdan anî ziman ku piştî Hemasê pêşniyara dawî ya agirbestê qebûl kiriye, Îsraîlê êrişên xwe li ser rayedarên Hemasê zêdetir kirine.

Li gorî nûçeyên ku belav bûbûn, di êrişa Îsraîlê ya 13’ê Tîrmehê ya li kampa Xan Yûnis a li herêma Miwasî ya Xezayê de Mihemed El Deyf hatibû kuştin. Îsraîlê jî nûçeyên kuştina El Deyf piştrast kiribûn.

(bb)