Hejmartina daxwaznameyên welatîbûnê dest pê kir

Duh li Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê pêvajoya tomarkirina welatiyên Kurd ên bênasname bi dawî bû. Li navendên qeydkirinê bi hezaran kesan ji bo mafê welatîbûnê xwe tomar kir. Komîteyên têkildar dest bi hejmartina daxwaznameyan kir.

Hejmartina daxwaznameyên welatîbûnê dest pê kir
7 gulan, 2026   12:14
QAMIŞLO

Piştî dema wergirtina serlêdanên welatiyên Kurd ên "neqeydkirî" ji bo wergirtina welatîbûna Sûriyeyê bi dawî bû, komîteyên têkildar li bajarên Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê yên herêma Cizîrê hatine destnîşankirin, dest bi hejmartina daxwaznameyan kir. Her wiha amadekarî têne kirin ku di demên pêş de civînek were lidarxistin da ku îhtîmala dirêjkirina dema tomarkirinê were nirxandin.

Serlêdanên tomarkirinê 6'ê Nîsana îsal dest pê kiribû û duh (6 Gulan) bi dawî bû.

Li Qamişloyê serlêdan li navenda diyarkirî ya li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê hatin wergirtin. Li Çilaxa û Dêrikê jî serlêdan li navnedên nifûsê hatin wergirtin. Ji bilî serlêdanên malbatî, yên ferdî jî hatin wergirtin.

Duh navendên serlêdanan hatin girtin û komîteyan dest bi hejmartina daxwaznameyan kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me parve kirin, heya 24'ê Nîsanê li Qamişloyê zêdetirî 3 hezar kesî û derdora hezar û 290 malbatan navê xwe tomar kiriye. Li Dêrikê jî nêzî 2 hezar kesan û 500 malbatan navê xwe tomar kiriye. Li bajarê Çilaxayê jî 515 daxwazên ferdî û 243 daxwazên malbatî hatine wergirtin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, komîteyên têkildar dê civînekê li dar bixin û derfetên dirêjkirina pêşwazîkirina daxwaznameyan binirxînin. Biryara dawîn a civînê dê hefteya pêş were aşkerakirin.

Der barê Kurdên bênasneme yên li derveyî welat de jî, destûr hatiye dayîn ku dayik an bav an bira an jî xwişka mezin li şûna wan daxwaznameya mafê wergirtina nasnameyê pêşkêş bike û wek "ji derve" were tomarkirin, piştre dikare bi rêya komîteyên têkildar li Şamê belgeyên wan werin temamkirin.

16'ê Çileya îsal serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera Biryarnameya 13'an derxist. Di biryarnameyê de welatîbûn ji bo Kurdên ku biyanî dihatin naskirin, hat dayîn.

Pirsgirêka Kurdên bênasname, vedigere serjimariya ku 5'ê Cotmeha 1962'yan li parêzgeha Hesekê pêk hatibû. Di rojekê tenê de belgeyên şêniyan hatin şopandin. Di encamê de hejmarek mezin a welatiyên Kurd ji nasnameya Sûriyeyê bê par man. Li gorî daneyan, zêdetirî 500 hezar Kurd bêyî mafê welatîbûnê bûn.

(bb)

ANHA