Îsraîlê li Quneytîrayê 3 kes girtin

Hêzên Îsraîlê 3 kes li gundewarê bakurê Quneytîrayê girtin.

Îsraîlê li Quneytîrayê 3 kes girtin
24 cotmeh, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê 3 şivanên pez li daristana Cubata El Xeşeb a gundewarê bakurê Quneytîrayê girtin.

Li gorî SOHR’ê, heta niha tu sedemên girtinê yan jî cihê birina wan ne diyar e.

Duh jî hêzên Îsraîlê li derdora gundê Heder ê Quneytîrayê şivanek girt bê yî sedema girtina wî û aqûbeta aşkera bike.

(f)