Qurbaniyên êrişa li ser dêra li Urdunê derket 9 kesan

Hejmara kesên ku di êrişa çekdarî ya li ser Dêra Saint Georgeyê ya li parêzgeha Kirkê ya Urdunê de hatine kuştin, derket 9 kesan.

Qurbaniyên êrişa li ser dêra li Urdunê derket 9 kesan
24 cotmeh, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Urdunê ragihand ku hejmara kesên di êrişa merasîma cenazeya li Dêra Saint Georgeyê ya Roma Artodoksê ya li gundê Hemod ê parêzgeha Kirkê de derket 9 kesan.

Gerînendetiya Ewlehiya Giştî ragihandibû ku 9 kes hatine kuştin û 27 kes birîndar bûne û dezgehên ewlehiyê bi ser gumanbaran de digirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Urdunê Îbrahîm El Bedor da zanîn ku hîna birîna kesekî giran e û di Nexweşxaneya Leşkerî ya Emîr de tê tedawîkirin.

(f)