Hecac ji Laleşê vegeriyan

Êzidiyên ji Helebê ku piştî hec bi dawî kir ji Laleşê vegeriyan, ji aliyê bi dehan kesan ve hatin pêşwazîkirin.

Hecac ji Laleşê vegeriyan
Hecac ji Laleşê vegeriyan
Hecac ji Laleşê vegeriyan
Hecac ji Laleşê vegeriyan
Hecac ji Laleşê vegeriyan
Hecac ji Laleşê vegeriyan
30 cotmeh, 2023   14:54
HELEB

Hecacên ku ji Perestgeha Laleşê ya li Başûrê Kurdistanê vegeriyan, ji aliyê bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Yekitiya Mala Êzidiyan a Helebê ve hatin pêşwazîkirin.

Hecacên ku kevirên Sîba û ava Laleşê bi xwe re anîbûn, li navenda yekitiyê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hatin pêşwazkirin û cejn li hev pîroz kir.

7 êzidiyên li Helebê tevî bi dehan êzidiyên ji herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 5′ê Cotmehê de ji bo hecê berê xwe dabû Perestgeha Laleşê.

Her sal di Cotmehê de bi hezaran êzidî ji tevahî herêm, dewlet û parçeyên Kurdistanê berê xwe didin Mezargeha Laleşê. Hec ji 6′ê Cotmehê heta 13′ê Cotmehê dewam dike.

(fr/c)

ANHA