Parêzer Nesrîn Sotudeh bi îşkenceyê hat binçavkirin 

Hat zanîn ku parêzer Nesrîn Sotudeh ku beşdarî veşartina cenazeyê Armîta Girawend bibû li Tehranê ji aliyê “Polîsên Exlaqê!” ve hat bi îşkenceyê binçavkirin.

Parêzer Nesrîn Sotudeh bi îşkenceyê hat binçavkirin 
30 cotmeh, 2023   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Armîta Girawend ku ji ber êşkenceya “Polîsên Exlaqê!” ya Îranê jiyana xwe ji dest dabû, duh li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê bi merasîmekê hat veşartin. 

Di merasîma cenazeyê de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh jî hatiye binçavkirin.

Hevserê Nesrîn, Reza Handan ji AFP’ê re axivî û got: ‘’Hevsera min di meresima cenazeyê Armîta Girawend de hat binçavkirin.”

Nesrîn Sotudeh (60) ku sala 2012’an hêjayî xelata mafê mirovan Sakharovê hat dîtin, salên dawîn gelek caran hat girtin.

Armîta Girawend (16) ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 1’ê Cotmehê bi hinceta serê xwe negirtiye, ji aliyê “polîsên exlaqê!” ve li Tehranê hat binçavkirin û êşkence lê hat kirin. Armîta ji ber êrişê ketibû komayê û 28’ê Cotmehê li nexweşxaneyeke Tehranê jiyana xwe ji dest dabû.