HBDH’ê li dijî derbeya qeyûm çalakî lidar xistin

Milîsên Ethem Sarisuluk ên HBDH’ê ragihand ku weke berteka li dijî derbeya qeyûm a li ser îradeya gelê Kurd, wan li Îzmîr û Bûrsayê du çalakiyên cuda lidar xistin.

HBDH’ê li dijî derbeya qeyûm çalakî lidar xistin
15 hezîran, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên HBDH’ê, 9’ê Hezîranê sala 2024 an li bajarê  Îzmîr ya Tirkiyê  Kemalpaşayê di derdora saet 20’an de febrîqeyeke paletan hate şewitandin. Çalakî li Taxa Sekîz Eylul hate lidarxistin. Di çalakiyê de febrîqeta palet, 2 traktor û kepçeyek zirar dîtin.

HBDH’ê her wiha çalakiyên ku 10’ê Hezîranê li Bûrsayê li hemberî kargehên tekstîl û elektronîk ên du qat hatin lidarxistin jî, girtin ser xwe.

Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin: “Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan di eniya hemû bindestan de cih digire. Em bang li faşîzma AKP-MHP’ê û alîgirên wan dikin; hûn ê her tim di hedefa milîsên Şoreşa Yekbûyî de bin! Me ev çalakî weke bersiva li dijî xespên qeyûm lidar xist. Bijî Şoreşa me ya Yekbûyî!”