Di şerê Xezayê de 19 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser hin taxên Xezayê de 19 kes hatin kuştin.

Di şerê  Xezayê de 19 kes mirin
15 hezîran 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên filistînî ragihand ku Îsraîlê taxên Tufah û Şucaiyê yên bajarê Xezayê topbaran kirin. Çavkaniyan diyar kir ku di topbaranê de 19 filistînî hatin kuştin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê jî, balafirên şer ên Îsraîlê kampa Nisêrat a li naverasta Xezayê di dijwarî bombebaran kir. Hate znaîn ku bajarê Refeyê jî hat topbarankirin û bombebarnakirin.

Li gorî AFP’ê, ji destpêka şerê li Xezayê ve ku 7’ê Cotmeha borî dest pê kir,  hezar û 194 îsraîlî hatine kuştin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayî jî bi kêmanî 37 hezar û 226 kes di şer de mirine.

(bb)