Hejmara nû ya kovara ‘Ji Pênûsa Şehîdên Zindî’ derket

Hejmara 3’yemîn a kovara ‘Ji Pênûsa Şehîdên Zindî’ a gaziyên şer derket.

Hejmara nû ya kovara ‘Ji Pênûsa Şehîdên Zindî’ derket
15 hezîran 2024   11:11
QAMIŞLO

Kovara ‘Ji Pênûsa Şehîdên Zindî’ ku ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê derxistin bi hejmara 3’yemîn gihîşte ber destê xwîneran.

Di kovara ku bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) û zimanê Erebî hatiye amadekirin de, di serî de cih dide nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ya bi ser navê “Em bibin Şervanên Rast ên Partiya Şehîdan”.

Kovarê cih daye nivîsa Sema Aysel a bi ser navê “Bîranînek ji Botanê”, “nivîsa Ridvan Qamişlo ya bi ser navê “Heval Azadî dixwest ji bo hevalên gazî projeyan bi pêş bixîne”, nivîsa Azad Efrîn bi sernavê “Heval Azadî eşiqê zanebûnê bû”, nivîsa Dîcle Tirbespî ya bi sernavê “Du Jinên Azadî Xuliqandin”,  nivîsa Arjîn Kobanê ya bi sernavê “Bîranînek ji şerê Kobanê”.

Dîsa bi sernavê “Destê Protez çi ye û çawa tê bikaranîn” mijarên girêdayî tendurûstiyê hatiye dayîn.

Di dawiya kovarê de jî bi sernavê “Şehîd Nirxên herî pîroz in” wêneyên şehîdan hatine parvekirin.

(bm)

ANHA