HATˊê endamekî şaneyên girêdayî hêzên Şamê girt

HATˊê ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên Dêrazorê çeteyekî ji şaneyên bi piştgiriya hêzên hikumeta Şamê girt.

HATˊê endamekî şaneyên girêdayî hêzên Şamê girt
8 sibat, 2024   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin hêzan endamekî ji şaneyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê girt û li gel wî moşeka li ser milan û cilên leşkerî hatin dîtin û girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoweya xebata hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî ji bo şopandina wan kesên ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin û aloziyê di nav de belav bikin de û piştî hewldanên îstixbaratî û lêpirsînên ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û şopandina tevgerên çeteyekî şaneyên komên çete yên girêdayî rejîma Sûriyê û piştgiriya wan jî dike, hêzên me yên taybet HATˊê operasyoneke serkeftî pêk anîn û tê de ew çete girtin û ev tişt li cem wî dîtin û desteserkirin:

Moşekek li ser milan

8 cilên leşkerî

Rextek."

(fr)