Li Lubnanê berpirsekî Hizbullahê hate kuştin

Li bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê ji aliyê balafira bêmirov ve wesayîtek hate bombebarankirin û di encamê de 2 kes, di nav de berpirsekî payebilind ê Hizbullah, hatin kuştin.

Li Lubnanê berpirsekî Hizbullahê hate kuştin
8 sibat, 2024   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Kêliyek beriya niha li bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê ji aliyê balafira bêmirov ve wesayîtek hate bombebarankirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Ji kesên hatine kuştin yek jî berpirsekî payebilind yê Hizbullahê ye.

Li gor nûçeya Sky News’ê kêliyek beriya niha wesayîtek li bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Ji kesên hatine kuştin yek jî berpirsekî payebilind yê Hizbullahê ye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi balafira bêmirov û biçek li Bexda wesayîtek bombebarankirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin ku yek ji wan berpirsê Lîwayên Hizbullaha Iraqê bû.