Murşid El Xeznewî: Ez bi saya vê projeyê li ser xaka Rojava me

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî destnîşan kir ku tevî hebûna gelê Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî, lê dîsa jî îtîrafek bi hebûna wî ya li ser vê xakê nehatiye kirin û got: “Lê bi saya vê projeyê ez li Rojava me."

Murşid El Xeznewî: Ez bi saya vê projeyê li ser xaka Rojava me
29 sibat, 2024   03:35
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Piştî 18 salan li xurbetiyê û derve Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî, kurê şehîd Şêx Maşûq vegeriya warê xwe û ji ajansa me re wiha axivî: "Di her sîstemekê de erênî û neyênî hene. Lê bi saya vê projeyê ez îro li vir li ser xaka Rojava me. Berî 18 salan ziman, nasname, xewn, armanc û daxwazên me ji me hatibûn standin. Tu hebûna me li ser nexşeyê tune bû. Lê îro em li ser erdê xwedî hebûn û hêz in."

El Xeznewî destnîşan kir ku tevî hebûna gelê Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî lê dîsa jî tu îtîraf bi hebûna wî li ser wê xakê tune ye.

Der barê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li ser bingeha serhildana 12’ê Adara 2004’an de El Xeznewî got: “Tiştê ku li ser erdê hatine pêkanîn hêviyên şêxê şehîdan Maşûq El Xeznewî bi temamî pêk neanîne. Kêmasî hene. Dema ku ev kêmasî bên çareserkirin wê demê em dikarin bibêjin ku hêviyên şêxê şêhîdan pêk hatin. Tiştê ku hîn nehatine pêkanîn yekbûna tevgera siyasî ya Kurdî ye. Dema ku ew jî pêk bê em dikarin bibêjin ku hêviyên tevahî şehîdan pêk hatin.”

El Xeznewî der barê axaftina olî ya li dijî Kurdan di serî de axaftina Erdogan de got: “Ne tenê Erdogan, her wiha gelek dewlet û tevgerên siyasî her tiştê pîroz li gor xwe bi kar tînin. Her wiha dewletên îslamî jî îslamê li gor berjewendiyên xwe yên kesayetî û partîtî bi kar tînin.”

El Xeznewî wiha domand: “Pêwîst e dewlet ji îslamê bê cudakirin. Dive zalimên ku olê li gor berjewendiyên xwe diguherînin û bi kar tînin bên cezakirin.”

El Xeznewî bang li gelê herêmê kir ku ji komployên li dijî xwe yên bi navê olê hişyar bin û got: “Wan bi navê olê nasname û mafên me standin, fîtne di nav birayan de derxistin, mal û xaniyên me talan kirin.”

El Xeznewî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ol pîroz û girîng e lê belê pêwîst e em ji wan hişyar bin ên ku olê li dijî xak, bira û neteweya me bi kar tînin."

(mh)

ANHA