Gerînendetiya Weqfeya Olî li Qamişloyê semînerek organîze kir

Gerînendetiya Weqfeya Olî ya Hesekê-Beşa Qamişloyê semînerek organîze kir û têkildarî girîngiya rêzdariya li hemberî cudahiyê di îslamê de, pêşxistina diyalogê û efûkirin nîqaş hatin kirin.

21 cotmeh, 2026   13:45
QAMIŞLO

Gerînendetiya Weqfeya Olî ya Hesekê-Beşa Qamişloyê, der barê rêzdariya li hemberî cudahiyê de li Mizgefta Mela Ehmedê Cizîrî (El Şelah) a li Qamişloyê bi amadebûna mela, jinan û kesên ku girîngiyê didin oldariyê semînerek da.

Di semînerê de lêkolîner û mamoste Ebdulhemîd Hemo axivî û bal kişand ser rola îslamê di yekrêziya mirovan a li ser xeta mafdariyê de û destnîşan kir ku yekrêzî yek ji daxwazên xwedayî ye, bi ayetên Quranê ev yek hatiye diyarkirin, daxwaz hatiye kirin ku divê cudakarî çênebe.

Hemo têkildarî cudakariya ku tê dîtin û bandoreke neyînî li civakê dike da zanîn ku îslam li beramberî cudakariyê banga avakirina civakeke hevgirtî dike.

BELAVKIRINA FITNEYÊ PARÇEBÛNÊ KÛR DIKE

Ebdulhemîd Hemo destnîşan kir ku biratiya di navbera bawermendan de, di demekê de ku nakokî hene, encameke xwedî lihevkirin, aştî û hezkirinê bi xwe re tîne. Hemo da zanîn ku dema cudahî di nerînan de derkeve holê, divê mirov dûrî gotinên nexweş û bilindkirina deng bikeve, rê bide ku nîqaş were pêşxistin, divê mirov li şûna kes, fikreyê rexne bike, maf û vegera ji şaştiyê qebûl bike.

Hemo diyar kir ku divê mirov pirrengiyê qebûl bike û li hember nêrînên cuda rêzdariyê nîşan bide, cihê her kesî li welat û di nava civakê heye, jiyana hevbeş derbaskirina nakokiyên fikrî dixwaze.

Semîner bi nîqaşa li ser heman mijarê bi dawî bû.

(sb)

ANHA