Di bîranîna 69 şehîdan de bi hezaran soza şopandina rêya şehîdan da

Bi hezaran şêniyên bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle li bajarê Kobanê 69 şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

21 cotmeh, 2026   13:11
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên bajarên Rojavayê Kurdistanê, beşdarî merasîma bîranîna 69 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) bûn ku di salên cuda de şehîd bûne.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina navên 69 şehîdan dest pê kir.

Hevserokê Desteya Gazî û Malbatên şehîdan ya bajarê Kobanê Mistefa Êto axivî û got ew ê nekarin wesfê şehîdan bidin, ji ber ku wan bi canê xwe jiyan da avakirin û wiha dewam kir: “Şehîdên me ji bo avakirina civakeke demokratîk û adil berxwedaniyek kirin, wan di nava hemû şert û mercan de têkoşîneke dîrokî kirin. 69 nav in û 69 dayîk in û em ê heta dawiyê xwedî li doza wan derkevin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star ya bajarê Kobanê Rûken Ehmed jî got: “Van gerîlayan hebûna gelê Kurd 52 salan parastin, berxwedanî kirin. ger ne ji berxwedaniya wan ba, dibe ku em ne li vir bûna jî. Ew leheng jî şagirtên Rêber Apo ne. Rêber Apo 27 sal in di nava hemû şert û mercan de li ber xwe da û têkoşîn kir. ji bo em van destkeftiyên xwe biparêzin, divê em xwedî li mîrateya van şehîdan derbikevin û heta dawiyê jî li ber xwe bidin.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso di axaftina xwe de sersaxî ji tevahî gelê Sûriyeyê û Kurd re xwest û got: “Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe, rêxistinkirina civaka xwe xurt bikin, ev soza bi şehîdan re ye. Ev şehîd Ciwan in, lê serî netewandin, ev rihê şoreşgertiyê ye. Ev şehîd jî sozê ku dan gelê xwe jî, bi fêdekarî û berxwedanî pêk anîn. Li hemberî qirkirin, înkar, tunekirinê, bi hevaltiyekî xurt berê xwe dan nava şoreşê û riya azadiyê domand. Ev şehîd şehîdên pêvajoya aştî û demokrasiyê ye. Ev şehîd pira aştî û berxwedaniyê yene şehîdên me Kurd in, Erebin û Turkmenin. Ev hemû netew jî li hundirê goristana şehîd Dicle li hev û dû kom bûn.”

Li ser nave pêkhateya Ereb bavê şehîd Şahîn Ereb got: “Em li ser navê pêkhateya ereb, sersaxiyê ji we hemûyan re dixwazim, ez serbilind im bi qasî we, em hemû yek dil û yek rih in. Em ê jî heta dawiyê li ser riya şehîd bin.”

Ji rêveberên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Gêlo Îsa jî got: “Şehîdan bi rihê berxwedaniyê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, wan şehîdan di dilê xwe de vîna gelê azad kom kiribû û ew xwedî helwest bûn. Em ê heta dawiyê li ser riya şahîdan bin.”

Li ser navê Rêveberiya Meclisa Ol û Baweriyan ya bajarê Kobanê Şêx Mihyedîn axivî û got: “Her rihek mirin para wî ye, lê ev şehîd ji serdeman re dimînin û bi wî rihî jî didome. Wan parastina me kirin û ew li ba xweda jî di aasta herî bilind de ne.”

Li ser navê Herêma Cizîrê Xalid Yûsif Xelef axivî û got: “Di hizûra 69 şehîdên gerîla de, em sersaxiyê ji hemû malbatan re dixwazin. Îroj jî em li bajarê Kobanê, li bajarê ku dîrok nivîsandin û gotin em tu carî vî bajarî bernadin. 69 berxwedêrann berê xwe dan çiyayên azad û di berxwedana lehengî şehîd bûn.”

Piştî axaftinan belgenameyên 69 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(ekîb/k)

ANHA