Gerîlayên Azadiyê lêda: 15 dagirker hatin cezakirin

Hate ragihandin ku di çalakiyên ku vê siharê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Metînayê pêk anîn de, 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayên Azadiyê lêda: 15 dagirker hatin cezakirin
4 gulan 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên HPG’ê diyar kirin ku di saetên vê siharê de bi rengekî bi bandor ji navbereke nêzîk li leşkerên Tirk ên dagirker ên li qada Kanî Botkê ya li herêma Golka ya Metînayê hate xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Çav li rêye ye ku navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di saetên pêşiya me de daxuyaniyê bide.