Gerîla TV dîmenên çalakiyan 9'ê Tebaxê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyên sekvaniyî ya 9'ê Tebaxê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de hatin kirin weşand.

Gerîla TV dîmenên çalakiyan 9'ê Tebaxê weşand
26 mijdar, 2023   11:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên sekvaniyî yên di 9’ê Tebaxê de ev agahî dabû:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

9'ê Tebaxê saet di 12:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî ku çeka bîksî bi kar dianî, bi rêbaza sekvaniyê hate cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji tirsa reviyan, lê ew jî bûn hedefa sekvanan. Di encamê de 3 dagirkerên din jî hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

9'ê tebaxê saet di 14:00 û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin."