Dorpêça Şamê li Şehbayê jiyan tevizand

Li herêma Şehbayê ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê dide meşandin sotemenî nemaye. Lewma Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê da. Her wiha seyare kar nakin û li malan jî ev 3 roj e kehrebe nîn e.

Dorpêça Şamê li Şehbayê jiyan tevizand
26 mijdar, 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê têkildarî mijarê biryarnameyek derxist. 

Di biryarnameyê de hat gotin: “Ji ber şert û mercên li kantona Efrîn û Şehbayê, nebûna sotemeniyê û rawestandina erebeyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê li hemû dibistanan û peymangehên Şehîd Viyan Amara yên li kantonê heta demeke nediyar da.”

Li kantona Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ev 3 roj e kehrebe bi temamî qut e.

(c)