Gerîla Li Zapê 3 dagirker ceza kirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Zapê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku li hemberî gerîla têk çûne, hewl didin bi bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî encamê wergirin.

Gerîla Li Zapê 3 dagirker ceza kirin
1 mijdar 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

30′ê Cotmehê saet di 10:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperê û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

30′ê Cotmehê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi sekvaniyê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30′ê Cotmehê saet di 14:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li liv û tevgera helîkopteran hate werdan û helîkopter neçar man ji qadê biçin.

31′ê Cotmehê saet di 13:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê derb li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin.

31′ê Cotmehê saet di 15:00, 16:00 û 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperê. Di çalakiyê de derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31′ê Cotmehê saet di 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

30′ê Cotmehê saet di 09:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

30′ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

31′ê Cotmehê saet di 08:10'an de li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

26,  27 û 31'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 8 caran bi gazên kîmyewî û 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Rengê gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn gewr bû û bêhna klorê jê dihat.

29′ê Cotmehê li herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê çeperên şer 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

30  û 31'ê Cotmehê li herêma Zzapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

31′ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30  û 31'ê Cotmehê li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê û Kolîtê 3 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30 û 31'ê Cotmehê herêmên Zap, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Avaşîn, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi topan hatin bombekirin."