Dagirkeran 275 caran êrîşî Efrîn û Şehbayê kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha cotmehê de 275 caran êrîşî deverên cuda yên Efrîn û Şehbayê, her wiha çend noqteyên hikûmeta Şamê kirin.
Hêzên parastinê yên herêma Şehbayê bilançoya êrîşên cotmehê dewleta Tirk a dagiker ên li ser Şehba-Efrînê eşkere kir.
Li gorî bîlançoyê dagikeran û çeteyên wan ji 3’yê cotmehê heta 31’ê cotmeha 2023’yan 275 caran êrîşî 55 deverên cuda yên Efrîn û Şehbayê kirin.
Di êrîşên ku bi tang, topên hawan-/obus, doçka, balafirên bêmirov û biçek, fuzeyan pêk hatin de noqteyên Hikûmeta Şamê jî hatin hedefgirtin.
Di êrîşan de 2 leşkerên hêzên Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 18 jî birîndar bûn. Her wiha 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gorî bîlançoyê hejmara êrîşên dagirkeran wiha ye:
Obus: 1799
Hewan: 884
Bombeavêj: 314
Fuze: 4
Tang: 30
Druna Xwekuj: 3
Balafira Keşfê: 52
Balafira Şer: 1
(a)