Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin

Mamosteyên li Hesekê yên ku ji kar hatine derxistin li pêşiya avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de mamsoteyan daxwaza vegera li xebatên xwe, zelalkirina pîvanên vegera li kar û makanîzmeyeke adilane ji bo çareserkirina dosyaya xwe ya karmendetiyê kir.

Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
Mamosteyên ku ji kar hatine derxistin li Hesekê çalakî li dar xistin
26 tebax, 2026   14:06
HESEKÊ

Hejmarek mamosteyên li bajarê Hesekê yên ku ji karê xwe hatine derxistin li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li bajarê Hesekê çalakiyeke protestokirinê li dar xist.  Piştî biryara entegrasyonê ya gerînendetiyên perwerdeyê yên li Parêzgeha Hesekê, Dêrazorê û Reqayê, mamosteyan daxwaza vegera xwe ya kar û bidawîkirina dosyaya xwe ya karmendetiyê kir.

Çalakvanan pankartên bi nivîsên “Kanî pîvanên hilbijartinê?”, “Na ji zilmê re”, “Çima paşguhkirin?” û “Kanî edalet” rakirin.

Beşdarên çalakiyê dan zanîn ku mamosteyên li Dêrazorê û Reqayê vegeriyan karê xwe, lê hîn jî zêdetirî 500 mamosteyên li Hesekê yên girêdayî 17 rêveberiyên dibistanan ji kar hatine derxistin, ji bo rewşa wan çareseriyên zelal jî nehatine danîn.

Li gorî çalakvanan hejmara mamsoteyên li Hesekê yên ku ji kar hatine derxistin 600 mamosteyan derbas nake. Piraniya mamosteyên ku hatine dûrxistin xwedî bawername ne, nêzî 8 salan jî di sektora perwerdeyê de xebitîne, rewşa hinek mamosteyên ku ji kar hatine derxistin bi rewşên wan ên tenduristî û mirovî ve hatiye girêdan.

Mamosteyê bi navê Mihemed El Hiso diyar kir ku çalakvan daxwaza vegera li xebatên xwe dikin, daxwaznameyên ku wan pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine bê bersiv mane, tenê ji bo hejmarek ji mamsoteyan bersiv hatiye dayîn, hinek mamoste bersiv derveyî saetên dewamê gihîştiye wan.

Mihemed El Hiso da zanîn ku yek ji daxwaza sereke vegera mamosteyên ku bi salan e ders dane ye, bêyî zelalkirina makanîzmeya hilbijartinê û pîvanên heyî, erêkirina vegerê tenê ji bo çend mamosteyan hatiye pêşkêşkirin.

Mamosteyê bi navê Hesen El Ehmed jî destnîşan kir gerînende ji wan re gotiye ku ji bo hilbijartina mamosteyên ku dixwazin veger xebatên xwe “pîvanên veşartî” hene. Ew bingeha vê yekê nizanin, hinek mamoseteyên ku tenê bawernameya refa 12`an bi wan re tên qebûlkirin, ên ku xwedî bawernameyên astên bilind ên zanîngehê ne tên redkirin.

Çalakvanan daxwaza zelalkirina pîvanên vegera li xebatê, danîna makanîzmeyeke zelal û adilane ji bo hemû mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin kir.

(sb)

ANHA