Sûcdarê şer banga rawestandina sûcên li Xezayê dike: Durûtiya diyar

Dema serokkomarê Tirk ji bo xelkê Xezayê rondikan dibarîne û rayedarên wî behsa sûcên şer dikin ku li wir pêk hatine, hêz û çeteyên wî heman sûcan li Sûriye, Iraq, Lîbya û welatên din didomînin. Bazirganiya di navbera Enqere û Til Evîvê zêde dibe. Ev jî bi awayekî zelal durûtiya Tirkiyeyê aşkera dike.

Sûcdarê şer banga rawestandina sûcên li Xezayê dike: Durûtiya diyar
3 kanûn, 2023   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Piştî ku Enqereyê nekarî di navbera Hemas û Îsraîlê de navbeynkariyê bike, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên wî doza Filistînê ji bo kişandina bala raya giştî ya erebî û îslamî bi kar tîne. 

Erdogan di daxuyaniyên xwe de dibêje “Îsraîl li Xezayê sûcên li dijî mirovahiyê dike.” Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker jî duh got “Êrişên barbarî yên Îsraîlê li dijî Xezayê, sûcên şer in.”

ERDOGAN Û DESTHILATA WÎ LI ROLEKÊ DIGERIN

Bi destpêkirina şer di navbera Hemas û Îsraîlê de, Tirkiyeyê xwe wek navbeynkar pêşkêş kir. Lê aliyên şer guh neda pêşniyarên wê. Ji ber ku li gorî aliyên îsraîlî û rojavayî, Tirkiye navbeynkareke ne durist e û bawerî pê nayê kirin. Piştî lihevhatina Tirkiye-Misir-dewletên Kendavê, piştgiriya Hemasê kêm kir.

Di encamê de desthilata Tirk ji bo ku bala raya erebî û îslamî bikişîne û careke din bandorê li Hemasê bike, di aliyê çapemeniyê de êrişî Îsraîlê dike û di heman demê de însiyatîfên siyasî ji Îsraîl û rojava re pêşkêş dike. Daxwaz dike ku rolekê di pêşeroja Xezayê de bilîze, nemaze ku behsa avakirina rêveberiyekê ji Xezayê re ku hêzên herêmî û navneteweyî piştgiriya wê bikin, tê kirin. Ji bo ku di her lihevkirinekê de paldêra Hemasê be, “Forma 2 Garantor” pêşkêş kir.

DAXUYANIYÊN KU BANDORÊ LI TÊKILIYÊN ABORÎ NAKIN

Ruxmî van daxuyaniyan jî ku gelek çavdêran bi “rondikên tîmsahan” wesifandin, lê belê têkiliyên rayedarên Tirk li ser astên dîplomatîk û aborî bi Îsraîlê re berdewam in. Keştiyên barhilgir ên petrol, sotemenî, polayê di deryayê re bar dikin û li benderên Îsraîlê radiwestin.

Li gorî gelek raporan, Enqere hewl dide bazirganiya dualî ya di navbera her du welatan de heta 15 milyar dolarî zêde bike. Her wiha hejmara turîstên îsraîlî li Tirkiyeyê 631 hezar derbas kirin. Yanî 5 qat û nîvan zêdetirî hejmara turîstên sala borî ye.

Sala 2022`yan jî, Wezareta Veguhastinê ya Îsraîlê, gotibû Îsraîl û Tirkiye dê seferên balafiran li gorî lihevkirineke nû berfireh bike. Ji 1951`an ve lihevkirineke wisa cara yekê pêk tê.

Di çend mehên dawîn de gelek lihevkirin di navbera her du welatan de pêk hatin. Jê ya herî girîng lihevkirina veguhastina gaza Îsraîlê bi rêya Tirkiyeyê li şûna xeta "Estmed" e ku di Yewnanistan û Qibrisê re derbas dibe. Her wiha Tirkiye û Îsraîlê ji bo lêgerîna gazê di Deryaya Spî de gelek lihevkirin îmze kirin.

SÛCDAREK BEHSA RAWESTANDINA SÛCAN DIKE!

Dema Erdogan û hikumeta wî behsê dikin ku divê sûcên şer li Xezayê rawestin, hêzên wî sûcên şer li Sûriye û gelek dewletên herêmê pêk tînin û didomînin.

Bi armanca binxistina hewldanên kurdan li Bakurê Kurdistanê ku negihêjin mafên xwe, desthilata Tirk, şer li dijî wan ragihand. Di encama êrişên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk de gelek bajar wêran kir, zirar li 1 bajaran û 49 herêman bûn di nav de Sûr, Hekarî, Şirnax, Cizîr, Nisêbîn, Hezex, Dêrik, Gever, Gimgim û Farqîn hene.

Ev êriş li herî kêm milyonek û 809 hezar kesan kir. Herî kêm 500 hezar ji ber wêraniyê neçar man ji war û cihên xwe bin.

Ji sedî 72`yê taxên bajarî dîrokê Sûrê di encama topbarana bi çekên giran de hatin wêrankirin. Qedexeya derketinê ji 7 salan ve lê berdewam e. Bi zanabûn dîrok û nasnameya bajêr tê çewisandin ku ya kurdan, ermen û suryan û gelek kêmneteweyên din e.

Her wiha li gor raporeke Yekitiya Odayên Endezeyar û Mîmaran a Tirkan, 3 hezar û 569 avahî hatin rûxandin ku di nav de mizgeft, dêr, dibistan hene.

Artêşa Tirk ji sedî 70`ê bajarê Şirnaxê hilweşand. 7 taxên wê yên sereke bi temamî wêran kirin. Di encama êrişa ku heta bihara 2016`an berdewam kir, zêdetirî nîv milyon kurd bê cih û war man.

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY`yê di rapora xwe de ku Adara 2017`an derxistiye, bajarê Nisêbîn bi erdê re hatiye dûzkirin.

Li gor Komeleya Mafên Mirovan (IHD) 594 sivîl şehîd bûn û 437 jî birîndar bûn. Di nav wan de 45 zarok hene ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye. Di hin raporên din ên HDP`ê de, hate piştrastkirin ku di 12 mehan de derdora 700 sivîl şehîd bûne.

Artêşa Tirk a dagirker ev sûcên hovane ne tenê li Bakurê Kurditsanê kirin, lê belê tevî çeteyên xwe 20`ê Çileya 2018`an, bi armanca dagirkirinê êriş kantona Efrînê kir û 18`ê Adarê dagirk kir. Di encamê de zêdetirî 350 hezar kes koçber bûn. 

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker di 5 salên dagirkirina Efrînê de derdora 8 hezar û 334 welatî revandine. Di nava wan de zêdetirî 430 jin û 153 zarok hene. Her wiha 690 welatî kuştine di nav de 95 ji û bi dehan zarok hene.

Li gor daneyeke Komeleya Qurbaniyan a Taazur Dewleta Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an jî, êriş Serêkaniyê û Girê Spî kir û dagir kirin. Di 4 salên dagirkirinê de 59 sivîl şehîd bûne ku di nav de 5 jin hene. Her wiha 592 kesên din jî girtine. Di nav wan de 73 jin û 53 zarok hene.

Heman komeleyê, aşkera kir ku 163 kes hatine girtin û windakirin. Hîna malbatên wan tiştekî li ser wan nizanin. Di navendên girtinê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Girê Spî û Serêkaniyê li 492 kesan jî îşkence hatiye kirin. Ji wana herî kêm 6 girtî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî herî kêm 79 teqîn pêk hatine. Li Di encamê de herî kêm 146 sivîl bûne qurbanî û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne. Di encama pevçûn û şerê çeteyan nav xwe de, herî kêm 5 sivîl hatine kuştin û zêdetirî 36 sivîl jî birîndar bûne. Li gor Taazurê, 11 kes jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, 11 kes hatine kuştin (tesfiyekirin).

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, herî kêm 300 hezar kes ji warên xwe hatin koçberkirin û li şûna wan biyanî hatin bicihkirin ku di nav wan de çeteyên DAIŞ`ê hene. Piraniya wan ji Iraqê ne.

Dewleta Tirk di êrişên xwe çekên qedexekirî wekî fosforê spî bi kar anîn.

Sala 2019`an Rêxistina Efûyê diyar kir ku delîl hene ku artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê li Sûriyeyê sûcên şer kirine. Sala 2020`an jî, pisporên NY`yê hişyarî da ku dibe Enqere ji ber tawanên şer ku li bakurê Sûriyeyê pêk hatine, dibe rû bi rûyî “berpirsyariyeke cezayî” bimîne.

Dema ku Erdogan û rayedarên hikumeta wî, êrişên li ser nexweşxaneyên Xezayê şermezar dikin, hêzên wî binesaziya herêmê, mizgeft, dêr, dibistan û navendên tenduristiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran dikin. Dewleta Tirk, 19`ê Mijdara 2022`yan nexweşxaneya Koronayê a li Kobanê bi temamî wêran kir. Her wiha nexweşxaneya Koronayê ya li gundê Girê Fira yê herêma Dêrikê di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de wêran bû.

He wiha Rêveberiya Xweser di civîneke çapemeniyê de ku 18`ê Cotmehê li dar xistibû, aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 5`ê Mijdarê heta 9`ê heman mehê, 104 navendên stratejîk wekî sotemenî, kehrebe û av ji Dêrikê heta Şehbayê bi 580 êrişên hewayî û bejahî bombebaran kirin.

(şx)

ANHA