Gelo têkiliyên DYA û Kendava Erebî destpêka pêvajoyeke nû ya li Rojhilata Navîn e?

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de serdana serokê DYA’yê Donald Turmp a li Kendava Erebî û têkiliyên DYA-Îmaratê nirxandin.

Gelo têkiliyên DYA û Kendava Erebî destpêka pêvajoyeke nû ya li Rojhilata Navîn e?
16 gulan, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî têkiliyên Erebistana Siûdî-Îsraîlê nûçeyek bi sernavê "Gelo em li ber Rojhilateke nû ne?" weşand. Li gorî rojnameyê, normalîzekirina têkiliyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê dibe ku ne destpêka pêvajoyê be, lê belê dawiya wê be. Rojname destnîşan dike ku peymanên mezin û piştgiriya bêhempa ya welatên Kendavê ji bo serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump dibe ku bedela bidawîanîna şerê li ser Xezayê, naskirina dewleteke Filistînê û destpêkirina pêkanîna wê be. Li gorî rojnameyê, hêrsa dawîn a Netanyahu bi ragihandina fermî ya dan û standinên di navbera DYA û Hemasê de tê ravekirin.

Rojnameyê pirsî: "Gelo ev senaryo teqez e? Bê guman na. Lê rêyeke muhtemel a ber bi Xelata Aştiyê ya Nobelê ve temsîl dike. Her wiha armancek ku dibe ku hişê Trump mijûl bike. Mifteya vê xelatê di Kîev û Xezayê re derbas dibe. Eger Trump di bidawîanîna herikîna xwîna mirovan a li Xezayê û bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê de bi ser bikeve ku belkî bi alîkariya Erdogan be, hingî wergirtina xelatê dê encama hewldanên wî yên dîplomatîk be.”

‘NIRXANDINEKE ARAM LI SER SERDANA TRUMP’

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî du encamên sereke ji serdana Trump a bo Kendavê derxistin: “Ya yekem, serdan dikare bandorên erênî li herêmê bike, ji ber ku di civînên Kendav-DYA’yê de xwestekên ku têkilî berfireh bibin û ji mijarên ewlehî û enerjiyê wêdetir aliyên aborî û veberhênanê jî bigirin nava xwe, derketin pêş. Encama duyem ew e ku ev serdan ji bo her du aliyan derfetek bû ku têkiliyên xwe ji nû ve binirxînin û berjewendiyên hevbeş misoger bikin. Li gorî rojnameyê, ev yek di paşguhkirina serdana Trump bo Tel Avîvê de tê îspatkirin ku wek peyameke zelal der barê xwezaya hevsengiyên nû yên li herêmê de were şîrovekirin.

‘ÎMARAT Û DYA… TÊKILIYÊN STRATEJÎK’

Rojnameya El Xelîc jî der barê mijarê de diyar kir ku têkiliyên di navbera Îmarat û DYA’yê de dîrokî ne û bandorên wan li ser herêmê û navneteweyî ne.

Hate gotin, ev têkilî ku zêdetirî 50 sal berê dest pê kir, li ser hevkariyeke xurt û berjewendiyên hevpar hatiye avakirin, nemaze di mijarên ewlehî, aborî û pêşkeftina domdar de.

Rojnameyê diyar kir ku Îmarat di warê armanc û serkeftinan de pozîsyona xwe wek lîstikvaneke sereke û îlhama gerdûnî didomîne.

(bb)