Gelê Suryan, Asûr û Kildan cejna Ekîto pîroz kir

Di şahiyên pîrozbahiya Ekîto de teqezî bi domandina berxwedana gelê Suryan, Asûr û Kildan hat dayîn û hat destnîşankirin ku dê krîza Sûriyeyê bi yekrêzî û diyalogê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de çareser bibe.

1 nîsan, 2024   17:08
HESEKÊ

Bi boneya sersala Asûrî ya Babilî (Ekîto) li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê 2 şahiyên cuda li dar ketin.

1'ê Nîsanê cejna Ekîto anku sersala Asûrî ya Babilî ye.

Şahî li gundên Til Erboş û Til El Werdiyat ên navçeya Til Temirê li dar ketin. Tê de bi sedan file û pêkhateyên herêmê bi cil û bergên xwe yên kultûrî beşdar bûn.

Her wiha fermandarê Meclisa Parastina Xabûr a Asûr Şemas Barûta, hevseroka Partiya Sûriyeya Demokratîk Madlîn Xemîs, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed, fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Telat Yûnis, Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb û nûnerên rêxistinên civaka sivîk, beşdar bûn.

Di şahiya gundê Til Erboş de Madlîn Xemîs li ser zehmetiyên li pêşiya gelê Suryan, Asûr û Kildan di dîrokê de û rola wî di parastina xwe ji bişaftinê de, axivî.

Madlîn Xemîs got: "Pêdiviya çareserkirina krîza Sûriyeyê bi diyalogên dûrî berjewendî û îxanetkirinê heye."

Şems Barûta soza domandina têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên li dijî herêmê û şopandina rêya şehîdên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Di şahiya gundê Til El Werdiyat de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemûn teqezî bi girîngiya yekrêzî û hevgirtina niştîmanî ji bo parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Asûr a Demokratîk Şemûn Kako diyar kir ku pêwîstî bi yekrêziya pêkhateyên herêmê heye û got dive gel li dijî êrişan bibe yek û bi rêya diyalogê xwe bigihîne çareserkirina krîza Sûriyeyê.

Di dawiya herdu şahiyan de komên hunerî yên asûrî gelek berhemên hunerî wek stran, şano û govend pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA