Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir

Suryanên navçeyên Tirbespiyê û Dêrikê yên kantona Cizîrê bi beşdariya pêkhateyên navçeyan û şandeyek ji Rêveberiya Xweser, MSDˊê û partiyên siyasî cejna Ekîto pîroz kir.

Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
Xelkê Tirbespiyê û Dêrikê cejna Ekîto pîroz kir
1 nîsan, 2024   17:54
QAMIŞLO

Bi boneya sersala Babilî, Asûrî ˊEkîtoˊ Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Asûr a Demokratîk, Rêxistina Asûr a Demokratîk li gundê Girşêran ê Tirbespiyê û gundê Hekmiyê yê Dêrikê 2 şahî li dar xistin.

Di şahiya Tirbespiyê de, şandeyek ji Rêveberiya Xweser (hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis), şandeyek ji MSDˊê, partiyên siyasî û Meclisa Navçeya Tirbespiyê beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, koma Rêxistina Asûrî ya Suryanî, koma Komeleya Çanda Suryanî hin mîrasên xwe pêşkêş kirin.

Dûre hevserokên Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm û Şamîram Denhewa axivîn û cejna Ekîto li gelê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir ku fedakariyên mezin ku şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkêş kirine ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk anî.

Her duyan got yekitiya pêkhateyên herêmê modela çareseriya demokrasiyê li tevahî Sûriyeyê ye.

Berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza axivî û anî ziman ku cejna Newrozê û Ekîto ji bo gelên herêmê ku bi fikra demokratîk û jiyana hevbeş bawer kirin û bi hezaran şehîd li dijî terorê dane, peyama hezkirin û aştiyê ne.

Her wiha berpirsê Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Beşîr Seidî axivî û bang li civata navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bike ku ber bi çareseriya siyasî tev bigere û sînorekê ji krîza Sûriyeyê re deyne.

Di şahiyê de koma Barmaya  huner pêşkêş kirin.

Di dawiyê de dîlan hatin gerandin.

Li gundê Hekmiyê yê Dêrikê bi beşdariya girseyî ya pêkhateyên navçeyê, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama rêvebera Partiya Yekitiya Suryan Sîda Îbrahîm cejna Ekîto li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û got cejna Ekîto roja nûkirin û vejîna xwezayê bi hatina biharê ye.

Her wiha koma Ornîna ya Suryan dîlan gerand.

(fr)

ANHA