2892 kes ji Helebê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

2 hezar û 892 welatiyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Helebê vegeriyan herêmê.

2892 kes ji Helebê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
30 mijdar, 2024   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.

Piştî êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li ser Helebê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk duh ji tevahî saziyên xwe xwest ku derbasbûna şêniyên ji Helebê tên herêmê, hêsan bikin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin.

Tevahî saziyên têkildar banga xwendekar û şêniyên li Helebê bi cih tînin. Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê bi dehan otobus şandine Helebê û bê heq şêniyan ji Helebê tînin herêmê.

(bb)

ANHA