Gelê Bakur ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe

Li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê gel ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe. Her wiha bi hezaran şêniyên bajarê Wanê jî meşek li dar xistin û gotin: “Ne DAIŞ’ê, gelan biparêz in”.

Gelê Bakur ber bi sînorê Kobanê ve dimeşe
15 ÇILE, 2026   15:48
QAMIŞLO

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê, bi dirûşma “Gelê Rojava bi tenê nîne”, ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ber bi sînorê bajarê Kobanê ve meşê li dar dixe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes tev li meşê bûn. 

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran kes bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Şêniyan bang li Kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin.

 Meşê li Parka Kurtuluşê dest pê kir, di meşê de pankartên “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sore, em rê nadin dagirkerî”, "Li ser şopa Denîzan îmana me berxwedan e” hildan. Gel heta Qada Beşyolê meşiyan û meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de hat diyarkirin ku “Ne DAIŞ’ê, gelan biparêz in”.

Mitîng bi dirûşmên piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide bi dawî bû.