Çeteyan bi 2 dronan êrişî derdora Tişrînê kirin

Çeteyên hikumeta demkî bi 2 dronên xwekujî êrişî gundê Hec Hisên û Girê Sîryatêl ên derdora Bendava Tişrînê kirin.

Çeteyan bi 2 dronan êrişî derdora Tişrînê kirin
15 ÇILE, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî ji herêmê dane, çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker bi 2 dronên xwekujî êrişî derdora Bendava Tişrînê kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan bi droneke xwekujî êrişî gundê Hec Hisên kir, di heman demê de bi droneke din jî êrişî Girê Sîryatêl kirin.

Çavkaniyan anî ziman ku tu zirar çênebûne.

(fr)