Gabrîel Şemon: Pêdiviya Sûriyeyê bi hevpeymaneke civakî heye

Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemon got divê nûnerên hemû pêkhateyan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de hebin û mafên hemû pêkhateyan werin misogerkirin.

Gabrîel Şemon: Pêdiviya Sûriyeyê bi hevpeymaneke civakî heye
5 nîsan, 2026   04:55
QAMIŞLO

Edamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan ê li Hesekê Gabrîel Şemon têkildarî destûra nû ya Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Gabrîel Şemon di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê divê gavên pratîk werin avêtin. Hemû hêz û pêkhate cihê xwe di nivîsandina destûrê de bigirin. Ji bo edalet û wekhevî çêbe divê destûreke ku hemû daxwazên pêkhateyên Sûriyeyê pêk bîne, hebe. Di gava yekem a nivîsandina destûrê de divê komîteyek were avakirin. Nûnerên hemû aliyên siyasî yên tev li têkoşîna azadkirina Sûriyeyê bûne, cihê xwe di komîteyê de bigirin. Divê tu netewe û aliyên siyasî neyên paşguhkirin. Beşdarbûna nûnerên hemû pêkhateyan di komîteya nivîsandina destûrê de dê garantiya daxwaz û mafên wan bide.”

Şemon diyar kir ku amadekirina destûrê divê tenê bi aliyên siyasî ve sînordar nemîne û wiha berdewam kir: “Li hemû herêmên Sûriyeyê nîqaşên berfereh bi civakê re bikin û reşnivîsa destûrê ku îradeya gelê Sûriyeyê biteysînê bê amade kirin. Di destûrê nû de pêwîste garantiya mafên hemû pêkhateyan were dayîn. Li gorî rêgezên mirovahiyê û qanûnên navneteweyî mafên gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Tirkmen, Çerkes û Ermen werin dayîn. Naskirina mafên pêkhateyan ne tenê di axavtinê de bimîne li ser bingehê ku hemû Sûriyeyî siyasî û hevbeş bi hevre bijîn, mafên wan werin dayîn.”

Têkildarî bûyerên dawiyê li gundên xiristiyanan qewimîn, Şemon wiha got: “Ji bo kiryarên neyînî yên bandorê li aştî û ewlehiya herêmê dikin, bi dawî bibin û neqewimin, divê Hevpeymana Civakî were avakirin. Berî her tiştî bi rêbazên qanûnî ku ji bo her kesî derbasdar bibin, divê li hemberî zimanê nefretê bisekinin.”

Gabrîel Şemon wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo ku dawî li van kiryaran were û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin berpirsyariyeke mezin ji hikumetê tê xwestin. Hemû kesên ku destdirêjî mafên sivîlan dikin û hewl didin bi zimanê nefretê gel tehrîk bikin, divê edalet hebe û werin cezakirin. Her wiha nirxeke mezin bidin jiyana hevbeş.”

ANHA