Koçberên ji Serêkaniyê: Hîna jî çekdar di malên me de ne

Koçberên ji Serêkaniyê anî ziman ku hîna niştecih û çekdar li gund û di malên wan de ne û got “Em di vê rewşê de venagerin.”

Koçberên ji Serêkaniyê: Hîna jî çekdar di malên me de ne
5 nîsan, 2026   06:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên ji Serêkaniyê ji ajansa me re axivîn û got: “Mal û erdên me hîna di destê niştecih û çekdaran de ne, em ê çawa vegerin?”

Mihemed El Wezo yê ji gundê El Rebîat ê Zirganê got: “Hemû berpirsên ku li ser dosyaya vegera koçberan dixebitin, dizanin em di çi şert û mercan re derbas bûne. Gundên me, bi taybet gundê El Rebîat bi temamî hatine wêrankirin, ma em ê çawa vegerin? Ji ber wê em nikarin di vê rewşê de vegerin. Her kes hêvî dike ku vegere gund û malên xwe. Malbat nikarin bi tena xwe vegerin, ewlehî nîn e û li ser çi jiyana xwe berdewam bikin? Rewşa Serêkaniyê û gundên wê ne ewle ye û bila kesek bi tena serê xwe venegere. Piştî ew qas salên koçberiyê em dixwazin komî vegerin, rûmet û ewlehiya me were parastin.”

Sito yê ji gundê Til Beyder got: “Niştecih hîna li gundê me ne û malên me hatine wêrankirin. Em dixwazin vegera me ewle be. Ew hîna li gundê me ne û em nikarin vegerin. Bila niştecih û çekdar ji gundên me derkevin, ji bo ku em vegerin."

Sebo Hemê yê ji bajarê Serêkaniyê wiha got: “Malên me wêrankirî ne, destê xwe danîne ser erdên me û ji xwe re diçînin. Niştecihek di mala me de ye, ez nizanin ji ku derê hatiye. Li gundê El Ferîsa 140 donim erdê min heye, niştecihan dest daniye ser û ji xwe re diçînin. Em dixwazin bi ewle vegerin malên xwe û bila niştecih ji malên me derkevin. Ma dê heya kengî di malên me de bin?”

(np)

ANHA

ر