Heftename: Tengav di bin gefan de ne, Iraq û Lubnanê jî navendên şer in

Bandorên şerên Îsraîl-DYA û Îranê li ser aboriya cîhanê zêde dibin û tengava Bab El Mendeb bi gefan re rû bi rû ye. Îsraîlê jî kontrola xwe li ser başûrê Lubnanê zêde kiriye da ku rêyên destekdayînê li ser Hizbullahê qut bike. Li aliyekî din jî Iraqê bi awayekî mezin dibe navenda vî şerî.

Heftename: Tengav di bin gefan de ne, Iraq û Lubnanê jî navendên şer in
5 nîsan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bandorên şerê li Îranê li ser aboriya cîhanê, tevgerên zêde yên Îsraîlê yên li Lubnanê, her wiha bandorên li ser rewşa Iraqê rojevên hefteya borî yên rojnameyan bû.

‘ÇARENÛSA BAB EL MENDEB DÊ BIBE MÎNA YA TENGAVA HURMUZÊ’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku piştî Tengava Hurmuzê ku Îranê ji ber êrişên berdewam ên DYA-Îsraîlê girtiye, êdî Tengava Bab El Mendeb ji bo aboriya cîhanê wekî xeta duyemîn a jiyanê tê hesibandin. Hate gotin, bi hebûna koma Hûsiyan a Yemenê ku li kêleka Îranê beşdariyeke xurt nîşan dide, Bab El Mendeb niha bi gurbûna şer re, bi xeniqandin û girtinê re rû bi rû ye ku ev yek dê bandorên şer li ser enerjî û xurekê duqat bike.

‘ÎSRAÎL KONTROLA XWE LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ BERFIREH DIKE’

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser rewşa li başûrê Lubnanê nivîsî û diyar ku cewherê pevçûnê li wir ji êrişeke rasterast a bejayî veguheriye pêşbirkeke ji bo kontrolkirina "girên erdnîgarî" yên stratejîk.

Îsraîl bi armanca qutkirina xetên locjîstîkê yên Hizbullahê û dorpêçkirina li şûna ku bicihbûneke bejayî ya berfireh pêk bîne, erdên bilind û xalên derbasbûnê kontrol dike.

 ‘IRAQ DI DILÊ NAKOKIYA DYA-ÎRANÊ DE YE: DEWLET LI DIJÎ KOMÊN ÇEKDAR’

Rojnameya Independent Arabia li ser rewşa Iraqê nivîsî û diyar kir ku ezmanên welêt rojane bi balafirên şer û dronan tijî ne, carinan li hedefên DYA’yê dixin û carinan jî cihên komên çekdar û hêzên artêşa Iraqê bombebaran dikin. 

Ji hêla siyasî ve, rewş ji bo hikumeta Bexdayê tevlihevtir û krîtîktir xuya dike. Bi zêdebûna êrişên komên çekdar ên li ser welatên cîran, daxuyaniya hevbeş a ku ji hêla dewletên Konseya Hevkariya Kendavê û Urdunê ve hatiye weşandin, bang li hikumeta Iraqê kir ku "tedbîrên pêwîst bigire da ku tavilê êrişên komên çekdar û milîsan ên ji axa Iraqê li dijî welatên cîran rawestîne, da ku têkiliyên biratiyê biparêzin û alozî mezintir nebe.”