Fîlozofê Fransî Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

Fîlozofê Fransî û civaknas Edgar Morin ê ku di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de di eniya antî-faşîst de cih girt, jiyana xwe ji dest da.

Fîlozofê Fransî Edgar Morin jiyana xwe ji dest da
30 gulan, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fîlozofê Fransî û civaknas Edgar Morin 29’ê Gulanê di 104 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Morin, Sabah Abouessalam agahî da rojnameya Le Monde û diyar kir ku Edgar Morin duh (29 Gulan) li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Morin bi peyamên xwe piştgirî dabû pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Morin her wiha di daxuyaniyên dayî de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî daxwaz kiribû.