Pira Eşarayê ji xizmetê derket

Pira Eşara ya gundewarên Dêrazorê ji ber bilindbûna asta çemê Firatê ji xizmetê derket.

Pira Eşarayê ji xizmetê derket
30 gulan, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê, beşek axî ya derdora pira Eşraya ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê hilweşiya. Di encama vê yekê de pir demkî ji xizmetê derket.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihanê me, tevgera çûn û hatinê li ser pirê sekiniye û metirsî hene ku zerar bighêje deverên derdorê.

(bb)