‘Fikra Rêbertî di mêjiyê me û dilê me de ye, jê dernakeve’

Hesen Tahir beriya 30 salan bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye û axaftin û hin dateyên wê hevdîtinê hê jî pê re zindî ne û dibêje “Fikra Rêbertî di mêjiyê me û dilê me de ye, jê dernakeve.”

‘Fikra Rêbertî di mêjiyê me û dilê me de ye, jê dernakeve’
17 sibat, 2024   03:32
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Hesen Tahir (64) ê li Qamişlo sala 1994`an li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan civiyaye. Ew ji me re behsa hevdîtina xwe û detayên civînê axivî. 

Hesen Tahir destnîşan kir ku ew Rêber Abdullah Ocalan ji pirtûkên wî nas dikir, dema ew dît û lê guhdar kir, rihê welatparêziyê li cem wî bi hêztir bû. Hesen Tahir wiha got: “Ji me re got `ez ne wekî serokatiyekê li xwe dinêrim, ez wek rewşenbîrekê li xwe dinêrim.` Ez li gotina wî şaş mam, min balkêş dît.”

Di civatê gelek pirs ji Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin. Rêber Abdullah Ocalan wiha ji wan re dibêje: “Ez bawer im ew pirtûkên ku min nivîsandine têra gelê Kurd û yê derdorê jî heye da ku jê sûdê bigirin.”

Tahir got Rêber Abdullah Ocalan li ser taybetmendiyên pêşengan jî gotiye: “Ew ê ku xwe hesab dike serokê miletekî ye, heke bi sedan serokan li dû xwe dernexe, mirov nikare navê serokatiyê lê bike. Ez bawer im piştî mirina min jî ev şoreş dê dewam bike, ez dizanim bê ka min çi li dû xwe hiştiye.”

Hesen Tahir di berdewama axaftina xwe bal kişand ser dateyên di civatê de û wiha got: “Rêbertî pir bi hûrgilî tev digeriya, di civatê de hema li me meyze dikir û ji mîmîkên wî hişyarî diyar bû. 3 tişt bi hev re dikirin, hem xwarin dixwar, hem li radyoyê guhdar dikir û hem jî nameyek ku jê re hatibû, dixwend. Li kêleka van tiştan jî rûniştina me dişopand.”

Di nava axaftinên xwe de Hesen Tahir ev tişt got: “Rêbertî bi fizîkî girtî ye, bi fikr û ramanên xwe di nava me de ye. Em ji pirtûkên wî dixwînin û sûd digirin, daxwaza me ya azadiya fizîkî heye, divê gel lê xwedî derkeve û wî baş fêm bike.”

Hesen Tahir: “Gotineke min heye, ez her demê dibêjim, heke keseke tenê bi PKK re li dunyayê bimîne, ez ê yê duyemîn bim. PKK û Rêber Apo ketine mejiyê me de û nema jê derdikevin. Me soz daye dest ji rêya şehîdên xwe bernadin.”

Hesen Tahir ji gundê Doda yê navçeya Amûdê ye, sala 1982`yan tevgera azadiyê nas dike.

Birayê Hesen Tahir Kerîm (Ebas Tahir) di sala 1986`an tev li nava refê tevgera azadiyê dibe, di 1992`yan de li herêma Serhedê şehîd dibe. Xwişka Hesen Tahir Rîhan (Xedîce Tahir) jî sala 1991`an tev li tevgera azadiyê dibe û sala 1993`yan li Mêrdînê şehîd dibe.

ANHA