ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2024
17 sibat, 2024   02:00

 Hesen Tahir beriya 30 salan bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye û axaftin û hin dateyên wê hevdîtinê hê jî pê re zindî ne û dibêje “Fikra Rêbertî di mêjiyê me û dilê me de ye, jê dernakeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner Tariq Wehbî û nivîskarê têkiliyên navneteweyî Nebîn Necmedîn diyar kir ku rêveberiya DYA’yê naxwaze qada şer firehtir bike, ji ber ku bi şerê Ukraynayê re mijûl e û çavê wê li tevgerên Çînê yên li Deryaya Çînê û fişarên li ser Taywanê ye. (BI WÊNE).

Mijara penaberên sûriyeyî li Lubnanê gelekî girêk e û çareseriyên giştî li gorî berjwendiyên hemû aliyan pêwîst dikin. (BI WÊNE).

Şehîd Egîd Cîlo di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de tê bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve li navçeya Ehdasê tê lidarxistin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê û Komîteya Lêkolîn û Parastina Şûnwaran pêşangeheke wêneyan li navçeya Fafînê vedikin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê 300 daran diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 Meclisa Navçeya Şedadê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dike, saet di 10.00 an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA