Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê

Çanda feza li kantona Dêrazorê yek ji nimûneyên herî girîng ên xebata civakî ya hevbeş e ku hemû şêniyên deverê ji bo karan alîkriya hev dikin.

Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
Feza; çanda piştgirî û hevkariya xwebeş li Dêrazorê
3 hezîran, 2025   05:06
DÊRAZORÊ
FATIMA EL EBID

“Feza" di devoka herêmî ya erebî de tê wateya alîkarî-piştgiriyê. Reh û koka xebatên xwebeş û hevbeş li kantona Dêrazorê vedigerin kevneşopên eşîrî yên kûr. Xelkê herêmê di şîn û şahiyan, demsalên çandin û çinînê û dema çêkirina xaniyan de alîkariya hev dikin. Her wiha piştgirî û alîkariyê didin malbat û kesên hewcedar.

Ev xebat hemû bi awayekî xwebeş û bêplan û vexwendin têne kirin. Lewma şêniyên herêmê vê çandê wek mîrateyeke civakî diparêzin û dewam dikin.

JIN Û CIWAN XWEBEŞ BEŞDAR DIDIN

Di hemû kar û barên civakî û destpêşxeriyan de rola jinan diyar e, ji çêkirin û sererastkirina malan bigire heta beşdarbûna kampanyayên hişyarkirinê, çandinî û çinînê. Her weha ciwan jî bi awayekî çalak beşdarî van destpêşxeriyan dibin. Di heman demê de kal û pîr bi zanîn û ezmûnên xwe yên jiyanê yên demdirêj, şîret û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin.

Xalid El Ibêd ku xelkê bajarê Hecînê ye û yek ji pêşengên destpêşxeriyên "Faz'a" ye dibêje, "Em alîkariyê dikin ji ber ku em vê yekê weke erkekê ji xaka xwe û gelê xwe dibînin. "

El Ibêd wiha dewam kir: "Feza kevneşopeke resen e ku em jê hez dikin. Ew ne tenê xebateke alîkariyê ya demkurt e, lê belê sembola hevgirtinê ye di navbera malbat, xizm û cîranan de. Ji zarokatiya xwe ve, me dît ku her kes di demsala çinînê de, komkirina pembû de, an jî di her karekî din de ku hewcedariya bi karekî hevbeş heye, li hev kom dibin. "

Her wiha got: “Îro em wek komeke ciwanên Hecînê li zeviyên çandiniyê yên cîranên xwe kom bûne û bi destan palehiya ceh dikin. "

Ibêd ev li gotinên xwe zêde kir: "Em li benda tu kesî namînin ku alîkariyê bixwazin. Em wek erkekî alîkariya birayên xwe û cîranên xwe dikin û ew jî ji bo me heman tiştî dikin. Ev kevneşopî ne nû ye, mîrateyek e ku me ji bav û kalên xwe wergirtiye û em dixwazin wê biparêzin. "

Anas Abduletîf jî got: "Ji bo me alîkariya kesên din ne tenê karekî demkî ye, ew kevneşpiyeke ku di nav civakê de bi giştî peyda dibe. Ev ji bo me rêgezeke me ji bav û klên xwe wergirtiye û em dixwazin dibin ji zarokên xwe jî. Em cudahiyê naxin navbera kal û ciwan, jin û mêran, her kes li gorî karîna xwe beşdar dibe. "

‘ÇEMEKÎ HERIKBAR’

Ebduletîf alîkarîkirina ev çand wek ‘çemekî herikbar’ bi nav kir got: "Herikîna wê raweste, zuha dibe. Ji ber vê yekê em çanda xebatên hevbeş li ba zarokên xwe diçînin, em vê çandê berdin tê wateya ku me koka xwe berdaye.”

Di dawiyê de Ebduletîf got: "Ez hêvî dikim ku çanda fezayê di nava civakên me de zindî bimîne û em nirxên wê li derveyî herêmê belav bikin. Feza ne tenê kevneşopek e, lê dibistanek e ku me fêrî wateya mirovatiyê û hevkariyê dike.”

(k)

ANHA