Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne

Dewleta Tirk a dagirker ev 6 sal e ku ava vexwarinê wek çekekê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Dewleta Tirk ava bîrên Elokê ji ser bajarên Hesekê û Til Temirê û gundewarên derdora wan qut dike, lewma zêdetirî milyonek û nîv mirov bê av mane.

Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
Dewleta Tirk ev 6 sal e avê wek çekekê li dijî gel bi kar tîne
3 hezîran, 2025   06:15
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (2019) bajarê Serêkaniyê dagir kir, ava bîrên Elokê jî qut kir. Şêniyên bajarên Hesekê û Tel Temirê yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 6 sal e ji ber peydakirina ava vexwarinê êş û azaran dikişînin. 

Bi hatina demsala havînê û zêdebûna germahiyê re, ji ber kêmbûna ava vexwarnê, êş û azarên şêniyan girantir dibin. Şênî neçar in ava bîrên şor bikar bînin, ew jî bi kêrî vexarinê nayê, tenê ji bo karanîna navmalî ye. lewma şênî neçar in ku ava vexwarinê ji tankeran bi buhayên giran bikirin.

ŞÊNIYAN ÊŞÊN XWE VEGOTIN

Şêniyê Til Temirê Asim Hemê wiha got: "Nêzîkî 6 sal e li herêmên ji Til Temirê heta Şedadê ku dirêjahiya wan ji 130 km û firehiya wê ne kêmtirî 130 km ye û 50 km fireh e, ax zuha bûye û bûye çol. Sedema vê yekê jî ew e ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Serêkaniyê ava bîrên Elok qut kiriye. "

Her wiha got: "Hikumeta demkî li Şamê divê erkên xwe derbarê vê rewşa xerab de pêk bîne. Ev rewş jiyana nêzîkî milyonek û nîv kesên sivîl dixe metirsiyê.”

Şêniyê bi navê Xidir Hac Eyûb ê ji Til Temirê got: "Ev 6 sal e em neçar mane ku xwe bispêrin ava bîrên şor, ku nayê vexwarin. Em ava vexwarinê ji tankeran dikirin, ew jî pir buha ye. Buhayê tankeke avê 35 hezar lîreyên sûriyeyî ye û tenê têra du rojan dike. Ev barekî giran e li ser malbatan."

Hac Eyûb wiha berdewam kir: "Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku alternatîfên guncaw ji şûna ava bîrên Elokê peyda bike, ji ber ku rewş nebaş bûye û divê xebatên hevbeş ên herêmî û neteweyî hebin ji bo kêmkirina êş û azarên xelkê.”

Şaredariya Gel a Til Temirê ji bo peydakirina ava vexwarinê, bi tankeran avê ji bîrên gundê Tel Erebûşê yê dikeve başûrê bajêr tîne. Lê di nava 6 salan de, ji kêmbûna derfetên teknîkî û lojîstîkî û xirabûna maşîneyan xebatên wan asteng dibin û nikarin avê bi awayeke baş bigînin şêniyan, lewma kirîza avê li bajar û gundên wê girantir dibe.

BANG JI BO CIVATA NAVNETEWEYÎ

Rêvebera Dayireya Avê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Hemdiye Kûtî ji ajansa me re wiha got: "Hemû şênî dizanin ku ava bin erdê ya Til Temirê nayê vexwarinê, ji ber vê yekê em avê ji Til Erebûşê dikişînin. Lê ji ber derfetên kêm û hewcedariya zêde di demsala havînê de, em nikarin pêdiviyên her kesî peyda bikin."

Her wiha got: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdengiya nemînin û ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û qutkirina ava vexwarinê  bi lez têkevin nava tevgerê.”

QUTKIRINA SÎSTEMATÎK

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 4 salên dawî de tevî destwerdana rêxistinên navneteweyî yên wekî UNICEF jî, zêdetirî 28 caran ava bîrên Elokê li bajarên Til Temir û Hesekê qut kirine. Ji Hezîrana 2023`an ve heya dema nivîsandina vê raporê av bi tevahî qut bûye.

(k)

ANHA