'Bi têkoşîna ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin'

Ciwan û Xwedekarên Zanîngehê diyar kir ku yekane rêya ku  li ber avakirina civaka azad û Suriyeyek demokratîk vedike projeya neteweya demokratîk e.

'Bi têkoşîna ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Sûriyeyek demokratîk bê avakirin'
3 hezîran, 2025   03:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û ciwananên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rola ciwanan di avakirina Sûriyeyek demokratîk de ji ajansa me re axivîn.

Pêla Hisên diyar kir ku ciwanan bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  rola xwe di aliyê nîştimanî, avakirina civakeke saxlem a dûrî nijadperestiyê û belavkirina pîvanên demokratîk û avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng de bi xurtî pêk tînin.

Ronaz Mecdo bal kişand ser danezana destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiy nîvisandin û got: "Danezana destûrî, hişmendiya dûrxistinê diçespîne û pêkhateyên bingehîn ên civakê biçûk dixe, her wiha mekanîzmayên parastina azadiyan tê de nîn in. Bi vê danezanê xeterî li ser civak û ciwanan heye. Ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî vê danezanên qebûl nakin."

Can Yûnis da zanîn ku erka dîrokî ya tevgerên ciwanan şoreşger û xwendekaran, ew e ku ciwanan ji bo avakirina û xizmeta welat amade bikin  got: " Bi ciwanên zana û birêxistinkirî em ê karibin Sûriyeyeke demokratîk û azad avabikin."

Can Yûnis destnîşan kir ku rêya yekane ya avakirina civaka azad û Sûriyeyek demokratîk projeya neteweya demokratîk e û ev li gotinên xwe zêde kir "Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin pêşengiyê ji wê yekê re bikin."

Elîsar Şêxo wiha got: "Rola me di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Em ciwan stûnên vê civakê ne. Em ê xwedê li ezmûna rêxistibûn û avabûnê  ciwanan derkevin."

Elîşar Şêxo balkişand ser girîngiya diyalogan berfireh di navbera ciwanan de û diyar kir ku bi diyalog û berfirehkirina qada rêxistinî wê Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bibe ku bi îradeya gelê xwe were birêvebirin.

ANHA