‛Wê hişyariya gel tevahî planên fitneyê têk bibe’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê diyar kir ku pêwîstî bi xurtkirina rewşa hişyarî û birêxistinkirina civakî heye û hişyarî li ser hewldanên derxistina fitneyan û parçebûna di nava pêkhateyên herêmê de da.

‛Wê hişyariya gel tevahî planên fitneyê têk bibe’
12 îlon, 2026   21:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê daxuyaniyek têkildarî bûyerên dawî yên li Kobanê da. Endamê meclisê Mihemed Haco daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyerên li Kobanê di çarçoveya planên bi armanca astengkirina rêveçûna entegrasyonê de pêk tên û diyar kir ku pêwîst e gel hişyar û birêxistinkirî be, nekeve xekfa şerê taybet. Meclisê da zanîn ku pêdiviya rûbirûbûna hewldanên derxistina nakokiyan bi hişyariya civakî û hevkirina pêkhateyan heye.

Di dawiya daxuyaniyê de bal li ser kûrbûna têkiliyên dîrokî di nava gelên Ereb û Kurd de hat kirin û hat diyarkirin ku ew her du bi sedan sal di rewşeke hevsengî û jiyana hevbeş de jiyane û banga parastina vê têkiliyê rêgirtina li ber hewldanên tevlihevkirinê hat kirin.

(f)