Festîvala 5ʹan a Zarokatiyê li Minbicê bi dawî bû

Festîvala 5ʹan a Şahiya Zarokatiyê ya bi diruşma ʹZaroka îro geşbûna pêşerojê yeʹ di roja xwe ya 5ʹan de li kantona Minbicê bi dawî bû.

5 îlon 2024   16:22
MINBIC

Festîvala 5ʹan a Şahiya Zarokatiyê di 1ʹê Îlonê de li kantona Reqayê dest pê kir û 3 rojan dom kir.

Di her sê rojên festîvalê yên li Reqayê de bi beşdariya 150 zarokan çalakiyên hunerî, çandî û lîstokî hatin pêşkêşkirin.

Di roja 4ʹan de festîval li kantona Tebqayê hat organîzekirin. Di çalakiyê de komek çalakiyên hunerî yên curbecur mîna stran, dîlan, şano û xwendina helbestan hatin pêşkêşkirin. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û komên Navenda Çandê ya kantona Reqayê ev huner pêşkêş kirin.

Di roja 5ʹan de festîval li kantona Minbicê bi beşdariya xelkê kantonê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, xet û meclisên sivîl hat lidarxistin.

Di çalakiyên roja 5ʹan de ji hêla komên Navenda Çandê ya kantona Reqa û komên Şehîd Hevrîn Xelef û Koma Komeleya Çeçen ên kantona Minbicê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Ji bo spaskirina kedên Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê têkildarî lidarxistina festîvalê de Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê ew xelat kirin.

(fr)

ANHA